Gelê Bakurê Sûriyê li ser lingan e: Em ê li ber xwe bidin!

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya baregeha Koalîsyonê ya li Kobanê xwepêşandaneke protestoyî kirin. Bi sed hezaran kes di çalakiyê de hişyariya divê hemû hêz hesabên şaş nekin kirin, peyama li dijî her cûre êrîşê wê li ber xwe bidin dan.

Sed hezar welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo protestokirina bazara qirêj a di nava DYA û Tirkiyeyê de li pêşiya baregeha Hêzên Koalîsyonê ya li dijî DAÎŞ’ê ya li Kobanê xwepêşandaneke protestoyî kirin. Sed hezar kes ji 7 salî heta 70’ê salî yên ji bajarên cuda yên herêma Firatê tevî hewaya xirab serê sibehê bi wesayîtan ketin ser rê.

Girseya gel a ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Tirkmen û Çerkez ên li Kobanê, Minbic, Reqa, Tebqa, Sirrîn, Girê Spî, Eyn Îsa û gundewarên wan bi yek dengî dirûşmên “Bijî Berxwedana Gelan", "Em planên qirêj qebûl nakin", "Me berxwe da, emê berxwe bidin", " Gelê Sûriye yek e, dewleta Tirk dagirker e”, "Şehîd namirin", "Bijî Berxwedana Efrînê" ve "Bijî berxwedana YPG'ê", Bijî Berxwedana YPJ'ê", "Bijî Berxwedana QSD'ê" ve "Bijî Berxwedana Gelan."

Beriya daxuyaniyê heyeta ji 7 kesan a ji gelên Kurd, Ereb, Tirkmen û gelên din pêk tê, bi rêveberên Koalîsyonê û DYA’yê re civiyan. Heyet daxwazên xwe yên di nameyekê de berhevkirine, ji bo gihandina rêveberên Koalîsyon û DYA’yê radestî rêveberan kirin. Di çalakiyê de ji Rêveberiya Kantona Kobanê Şîrîn Osamn û Endamê Koordînasyona Herêma Firatê Hemdan El Abid axivîn.

Hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şêrîn Osman li pêşiya xwepêşanderan axivî û wiha got: "Her kes dizane ku dewlet li gorî berjewendiyên xwe kar dikin û biryara rêveberiya Amerîkayê ne nû ye.”

Şêrîn Osman gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Her tim dirûşmeya me ‘berxwedan jiyan e’ û biryara Amerîkayê ne rast e.”

Di derbarê mijarê de cigirê Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid nerazîbûna xwe li hember gefên Tirkiyê nîşan da û wiha got: “Çawa cîhan heta niha li hember gefan dikare bê deng be ku gelê herêmê li şûna mirovahiyê şerê terorê kir? Yan em ê azad bijîn an jî em ê bi mirineke birûmet bimirin, her kes dev ji şoreşa rûmetê li bakurê Sûriyê berda heta kesên ku navê parêzvanên mafên mirovan.”

 ‘KÎ LI PÊŞBERÎ ME DERKEVE BILA DERKEVE’

Endamê Koordînasyona Herêma Firatê Hemdan El Abid anî ziman ku bi saya têkoşîna hevpar a gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rojhilata Navîn bûye yek ji herêmên herî bi aram û bi milyonan mirov li van herêman dijîn û got: “Divê hêzên koalîsyonê ji gavên ku ziyanê bidin van herêman dûr bikevin. Me li van herêman berdêlên giran dan ku bi aram lê dijîn. Niha me rû bi rûyê gefên dagirkirinê ne. Em vê napejirînin. Ev gav wê êş û ziyanê bide gelên herêmê. Em weke gel kî dibe bila bibe bê pêşberî me em ê li ber xwe bidin. Em şer naxwazin, lê dagirkeriyê jî napejirînin.

Pişt axaftinan metna ku hatibû amadekirin bi raya giştî re hate parvekirin:

Di metnê de bal têkişandina ser van xisûsan:

“Dewleta Tirk ku destekê dide DAÎŞ’êû li hember gelên Bakurê Sûriyê yên Ereb, Kurd, Asûr-Suryan, Çerkez, Ermen û Tirkmen ku şoreşa demokratîk pêk anîne, her tim dijminahiyê dike, niha jî dixwaze Bakurê Sûriyê dagir bike.

Dewleta Tirk li gel çeteyên xwe destpêka vê salê bi têkiliyên gemarî, bi destûr û alîkariya Rûsyayê Efrîn dagir kir, niha jî bi têkilî û hevdîtinên ku em baş bi naveroka wê nizanin û bi wêrekiya ku ji bêdengiya an jî ji berteka lewaz a hêzên koalîsyonê standî, ragihandiye ku dê bi çeteyên ku rêxistiniya wan kiriye, wê herêmên azad û aram ê Bakurê Sûriyê dagir bike.

Di serî de gelê Kurd, Ereb, Asûr-Suryan hemû gelên Bakurê Sûriyê li ser bingeha têgihîştina neteweya demokratîk a biratiya gelan pergaleke civakî, aborî û çandî ya ku xwe dispêre jiyana azad û bi cîranên xwe re di nava têkiliyên aştiyane de bin, ava kirine.

Çeteyên DAÎŞ, El-Nusra û Artêşa Azad ku êrîş birin ser hemû gelên Sûriyê, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê, erîş birin ser hêzên demokratik ên Bakurê Sûriyê jî.

Ereb, Kurd, Asûr-Suryan û hemû gelên Bakurê Sûriyê, bi têkoşîneke dijwar a ku zêdetirî deh hezar şehîdan û zêdetir birîndaran, ev êrîş şikandin; çeteyên DAÎŞ’êû yên din xistin pêvajoya tunekirinê.

Bi vî rengî hêza xweparastina gelan QSD, ne tenê gelên Bakurê Sûriyê parastin, ya rastî hemû mirovahî parastiye. Ji bo hemû mirovahiyê bedelên giran û mezin dan. Hemû dewletên ku li dijî DAÎŞ’êkoalîsyon ava kirine jî, di vê têkoşînê de bi QSD’ê re hereket kirine.

Hemû gelên cîhanê jî dizanin ku wexta Kurd û gelên Bakurê Sûriyê li dijî DAÎŞ’êtê dikoşiyan, dewleta Tirk jî têkiliyên xwe bi DAÎŞ’êre bi awayekî vekirî û nepenî berdewam kirine. Li bendê bû ku DAIŞ, jiyana aramî û azad a li Bakurê Sûriyê pêk tê, biçewisîne.

BIRÊZ KEDKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD

Gelên Bakurê Sûriyê li dijî DAÎŞ’êbi koalîsyonê re têkoşîna hevpar dimeşînin. Lewma bêdengî û bêhelwestiya hêzên koalîsyonê li dijî êrîşên dewleta Tirk, bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Dewleta Tirk ku endama NATO’yê ye, berpirsyariya siyasî û exlaqî ya hêzên koalîsyonê hîn jî zêdetir kiriye. Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk, bi çekên hêzên koalîsyonê ku dane dewletên NATO’yê, pêk tên.

Wexta hêzên çekdar ên Sûriye û Rûsyayê êrîş birin ser qadên Bakurê Sûriyê, hêzên koalîsyonê bersiv dan. Lê li dijî êrîşên Tirkiyê bêdengiya koalîsyonê watedar e. Tu danûstandin û têgihîştineke siyasî nikare bêdengiya koalîsyonê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk rewa bike.

Di dagirkirina Efrînê de çawa ku rola Rûsyayê lîstiye nayê qebûlkirin, li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdengmayîna hêzên koalîsyonê jî nayê qebûlkirin. Di dagirkirina Efrînê de çawa ku Rûsya şirîka sûc e, wexta ku di vê dagirkirina dewleta Tirk de di serî de DYA û hemû hêzên koalîsyonê bê deng bin, ew jî dibin şirîkên vî sûcî.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyê, Rûsya û Sûriye heta niha helwesteke vekirî û zelal danaynin holê, ev jî nîşan dide ku ew ji êrîşeke wisa, berjewendiyên polîtîk hêvî dikin.

Jixwe Rûsya her tim bi gotina “Li rojhilatê Firatê bi avakirina dewletekê, tê xwestin Sûriye dabeş bibe”, dewletên Tirkiye û Sûriyê sor dike û tîne halanê. Hêzên koalîsyonê ku yekîneyên wan ên leşkerî li qada Bakurê Sûriyê hene, bê deng dimînin.

Rûsya û Sûriye eger helwesteke vekirî nîşan nadin, ev dide xuyakirin ku gelên Bakurê Sûriyê bi komplo û planeke qirêjî re rû bi rû ne.

Gelê Kurd û gelên Bakurê Sûriyê divê vê rastiyê baş bibînin û bi feraseta “hêzên esasî yekîneyên wan in” têkoşîna xwe li dijî dagirkirinê bi awayekî herî xurt bidomînin.

Gelên li cîhanê jî, li beramberî êrîşên di serî de li ser Kurdan, Ereban, Asûr-Suryanan û hemû gelên Bakurê Sûriyê ku li ser navê tevahiya mirovahiyê li dijî DAÎŞ’êtê dikoşiyan, li hemberî bêdengiya hêzên koalîsyonê û DYA’yê divê helwestekê nîşan bidin. Ev sekna DYA û hêzên koalîsyonê ku di wijdan û exlaqê siyasî de cihê xwe tune ye, tê wateya erêkirina êrîşê.

Di vê çarçoveyê de hemû hêzên demokratîk ên cîhanê û hemû mirovahiya xwedî wijdan, divê li hember van helwestên neexlaqî û wijdanî yên li hemberî gelên Bakurê Sûriyê ku ji bo hemû mirovahiyê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’êde zêdetirî deh hezar şehîd dane, divê helwesteke zelal nîşan bidin.

Ew dewlet û hêzên siyasî ku wexta di şerê li dijî DAÎŞ’êde pesnê YPG/YPJ, QSD’ê didan, îro li hemberî gelên Sûriyê ku bi dehan zarokên xwe şehîd dane, divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Dewleta Tirk ne tenê êrîşî gelên Bakurê Sûriyê dike ku li dijî DAÎŞ’êzêdetirî deh hezar zarokên xwe şehîd dane û bi deh hezaran birîndar bûne, êrîşî gelê Êzidî jî dike ku rastî komkujiya DAÎŞ’êhat.

Gelo wateya vê bêdengiyê çi ye? Yên pêşî li van êrîşan vedike kî ne? Tirkiye ji nakokiya di navbera Rûsya û DYA’yê de û ji hevsengiya di navbera wan de sûdê werdigire, dixwaze di serî de îradeya Kurdan û gelên Bakurê Sûriyê bişikîne û biperçiqîne. Dewleta Tirk, nakokiya di navbera Rûsya û DYA’yê de dixe xizmeta şerê ji bo qirkirina Kurdan û gelên Sûriyê.

GELÊ ME YÊ BIRÛMET Û HEMÛ GELÊ CÎHANÊ

Dewleta Tirk bi êrîşa li ser Bakurê Sûrîyê ya demokratîk û azad ku dê bibe bingeh û hevîrtirşê demokratîkbûna Rojhilata Navîn û Sûriyê, ne tenê li dijî Kurdan, Ereban û gelên din ên Sûriyê ne, li dijî hemû mirovahiyê dijminahiyê dike.

Îro DAIŞ têk çû. Em li bendê bûn, yên ku rê li DAÎŞ’êvekiribûn derketana dadgeha sûcên şer û bihatana dadgehkirin. Lê em îro bala xwe didinê, dewleta faşîst a Tirk a ku rê li DAÎŞ’êvekiriye, tê destekkirin. Dewleta faşîst a Tirk heta niha jî êrîşan dibe ser Kobanê, Girê Spî, Minbic, Reqa, Dêrazor, Efrîn, Şengal û Mexmûrê, gelan her tim tehdît dike û axa wan dagir dike. Ev êrîşên dawîn berî her tiştî piştgiriya DAÎŞ’êû piştgiriya hemû dijminên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn e.

Dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Bakurê Sûrî, gihiştiye rewşekê ku êdî dijminatiya hemû gelan û hemû hêzên demokrasiyê dike. Bêguman armanca van êrîşan ne tenê Bakurê Sûrî ye. Eşkere ye ku dixwaza careke din împaratoriya Osmaniyan nû bike û Rojhilata Navîn tev dagir bike. Gelên Rojhilata Navîn divê vê xeteriya mezin a qirêj bibinin.

BIRÊZ ENDAMÊN RAGIHANDIN AZAD

Dewleta Tirk îro hîn jî wekî li Idlibê xuya dike, piştevana çeteyên dijminê mirovahiyê ye û di platformên siyasî de berdevka wan e.

Di vê çarçovê de, têkoşîna li dijî dagirkirina dewleta Tirk, li tevahiya Rojhilata Navîn dibe têkoşîna li dijî faşîstên dijminên demokrasiyê. Lewma berxwedana li dijî vê dagirkirinê; dê bibe berxwedana demokratîkbûna Rojhilata Navîn.

Li ser vê bingehê banga me di serî de ji bo hemû gelên Bakurê Sûriyê, Sûriye, Iraq û hemû gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê; li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên dijminên gelan, rabin ser pêyan û li ber xwe bidin.

Ji bo ku sûcên mirovahiyê yên mezintir neyên kirin, banga me ji DYA û hêzên koalîsyonê re; dev ji vê helwesta xwe berdin û nebin şirîkên êrîşên Tirkiyê ku dijmina gelan û demokrasiyê ye.

Her wiha banga me ji bo Neteweyên Yekbûyî; li beramberî van êrîşan berpirsyariyên xwe bi cih bînin û qada asmanî ya Bakurê Sûriyê ji balafirên şer ên dewleta Tirk re bigirin, êrîşên dagirkerên Tirk ên li ser axa me rawestînin".