Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Abdullah Ocalan daket qadan
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li dijî tecrîda Îmraliyê daket qadan.
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li dijî tecrîda Îmraliyê daket qadan.
Piştî erdheja ku li Tirkiyeyê çêbû, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin, daket qadan.
Duh li bajarê Qamişlo û Dêrikê meşên girseyî hatin lidarxistin û îro jî li deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin.
Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê bi beşdarbûna şêniyên navçe û bajarokên derdorê, endamên saziyên sivî, meclis, nûnerên Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşek lidar xist.
Meş ji qada Jina Azad a li rojavayê navçeya destpê kir. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Em dixwazin parêzer di zûtirîn dem de serdana Îmraliyê bikin′′ hatin vekirin.
Meş li çerxerêya Şehîd Mahsûm veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa PYD′yê ya navçeya Çilaxa Ebduselam Ebas axivî.
Ebas sûcên ku desthilata Tirk li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tîne û bêdengiya rêxistinên hiqûqî şermezar kir û got, divê dimildest destûr bidin parêzeran da ku serdana muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bikin û rewşa wî ya tenduristiyê nas bikin.
Ebduselam Ebas diyar ku ku heta agahî ji Abdullah Ocalan neyê girtin ew ji helwesta xwe nayên xwarê.
Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê jî meşek li kolanên navenda navçeyê lidar xist û bê navber dirûşmên "Bimire Erdogan"," Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan" berz kir.
Di çalakiyê de rêveberê meclisa PYD′ê ya Til Hemîsê Hemadî El Hewyan bang li pêkhateyan kir ku li hemberî siyaset û komployên dewleta Tirk ên li dijî Abdullah Ocalan û gelên herêmê yek dest bin.
Rêvebera Kongra Star a Til Hemîsê Efra Ebas jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got gelên bi fikrê Abdullah Ocalan bawer in dê têkoşînê berdewam bikin ta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.
Di çalakiyê de serokê Yekitiya Mamosteyan a Til Hemîsê Ziyad Betran jî girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn vegot û anî ziman ku desthilata Tirk nikare ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelên azadîxwaz qut bike.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Ebawî jî bang li şêniyên navçeyê kir ku çalakiyên li dijî siyasetên dewleta berdewam bikin heta hegemoniya wê bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were.
Li navçeya Til Koçerê ya heman kantonê meşek hat lidarxistin. Meş li sûka navçeyê sekinî û hevserokê Şaredariya Gel a Til Koçerê Elî Ubeyd axivî, armanca şêniyên navçeyê ji meşê diyar kir. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî Abdullah Ocalan pêk bînin.
Endama Kongra Star Emel Cilûd got, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê têkoşînê berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were. Emel azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî azadiya jinan nirxand.
MINBIC
Însiyatîfa Gel a Azadiya Abdullah Ocalan a Minbicê jî bi daxuyaniyekê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku dimildest bikeve tevgerê û dewleta Tirk neçar bike bila rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aşkera bike û daxwazên gelê bibersivîne.
Daxuyanî li Stada 4′ê Nîsanê bi beşdarbûna endamên însiyatîfê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê û rûspiyên eşîran hat dayîn û ji aliyê endamê însiyatîfê Zekeriya El Hesen ve hat xwend.
KOBANÊ
Şêniyên herêma Firatê jî bi meşekî girseyî xwestin rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were ronîkirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.
Meş bi dirûşma "Silametiya Rêber Apo berpirsyariya navneteweyî ye" hat lidarxistin. Meşa ku bi sedan kesî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî tevlê bûn, ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan hatin hildan û bêyî navber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
Meş heta dibistana Şehîd Seydo ya rojavayê navenda bajar berdewam kir. Li vir endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Arîn Kobanê axivî. Arîn diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî erdheja ku li Stenbolê rû da, ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar e.
Arîn Kobanê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî siyaseta dewleta Tirk a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Bêdengiya wan nîşaneya tevkariya wan di komploya naveteweyî de ye ku sala 1998′an dest pê kir.”
Li vir meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.