Gelê Babê nema îdare dike, leşkerên Tirk sivîlan dikujin

Gelê Babê ev 3 roj in li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê rabûye ser piyan. Leşker û çeteyên Tirk êrîşî gel kirin û tê gotin ku herî kêm 6 kes hatine kuştin.

Li bajarê Babê yê Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, gel rabûye ser piyan. Hate îdîakirin ku çeteyên Tirk bi çekên giran li gel reşandine û gelek ji sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Tê gotin, komên çete yên artêşa Tirk roja 5'ê Gulanê avêtin ser Nexweşxaneya Babê û li doktoran dane. Gelê Babê jî li ber vê yekê rabû û bi qîrîna dirûşmên "Bab welatê me ye, bila leşkerên Tirk ji Sûriyeyê derkevin" daket qadan.

Artêş û çeteyên Tirk jî bi maşînên zirxî bi ser gel ve çûn û gule li sivîlan reşandin.

DI ÊRÎŞA DUYEMÎN DE JÎ 6 KES HATIN KUŞTIN

Şêniyên Babê 6'ê Gulanê jî daketin qadan û êrîş şermezar kirin. Gel ji civaka navneteweyî xwest ku pêşî li êrîşan bigirin û artêşa Tirk ji Sûriyeyê derxînin. Li gorî agahiyan leşker û çeteyên Tirk roja 6'ê Gulanê jî bi heman rengî êrîş birine ser gel û ji ber êrîşê 6 kes mirine, bi dehan kes jî birîndar bûne.

Tê gotin, leşkerên artêşa Tirk nahêlin ku gel ji bo tedawiyê birîndaran derxîne derveyî bajêr û raperîna li bajêr jî dewam dike.