Gelê Çilaxa li dijî tecrîda Îmraliyê meşiya

Li navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşê hate protestokirin.

Bi sedan kes tevlî meşa li Çilaxa ya li dijî tecrîdê bû. Meş li Xaçerêka Trafîkê dest pê kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ‘Em dagirkeriyê bi dawî bikin, nirxên şoreşê biparêzin’ hate hildan.

Li pêşiya avahiya navendîya Perwerdehiyê meş veguherî mîtîngê. Endamê PYD’ê Faysal Abdulazîz Hasan û endamê Partiya Pêşverû ya Demokratîk Taha Şam axivîn û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.