Gefa ‘serjêkirinê’ li Tirkmenê ji Serêkaniyê xwarin
Dewleta Tirk û ‘Meclîsa Tirkmenên Resûlaynê’ ya girêdayî wê gef li Tirkmenê li Serêkaniyê xwar yê ku ji ber êrîşên dagirker neçar mabû koç bike.
Dewleta Tirk û ‘Meclîsa Tirkmenên Resûlaynê’ ya girêdayî wê gef li Tirkmenê li Serêkaniyê xwar yê ku ji ber êrîşên dagirker neçar mabû koç bike.
Dewleta Tirk û çeteyên wê gefan li gelên li Sûriyeyê dixwin. ‘Meclîsa Tirkmenan Resûlaynê’ ya girêdayî dewleta Tirk gef li Tirkmenê ji Serêkaniyê Huseyîn Halîl xwar û got, “Em ê serê te jêkin û wêneyê wê ji malbata te re bişînin.” Huseyîn Halîl diyar kir ku dewleta Tirk ji bo siyaseta xwe ya qirêj Tirkmenan bi kar tîne û got, “50 sal berê çima xwedî li me derneketin” û bang li Tirkmenan kir ku bila bi lîstikên qirêj ên Erdogan nexapin.
Halîl ê ji herêma Landûra ya Helebê ye ji ber êrîşên dagirker ji axa xwe koç kiriye. Malbata Halîl 60 sal berê ji ber zalimekî bi nvê ‘Bîlal beg’ ê serokê eşîreke Tirkmenan tên Serêkaniyê.
JI BER ŞAŞIYA LI NEXWEŞXANEYÊ ÎSHAK KOR Û SEQET BÛ
Cêwiyên wî yên bi navê Îshak û Yakûb premature tên dinyayê. Ji ber şaşiyeke li nexweşxaneya Şamê çavê Îshak dişewite û di pêyên wî de nexweşî peyda dibe. Îshak kor dibe û 4 sal berê li Hamayê ameliyat dibe. Huseyîn Halîl ji ber gefên hikumeta Şamê, dewleta Tirk û çeteyên wê nikare tevî kurê xwe biçe. Hevjîna wî Ruba Izhep Îshak dibe Hamayê û ameliyat dike. Nexweşxaneyên girêdayî Rêveberiya Xweser van zarokan tedawî dike.
Huseyîn Halîl derbarê êrîşên dewleta Tirk ya ku di 9’ê Cotmehê de hatibû destpêkirin got ku, “Di roja 3’an êrîşên dewleta Tirk de, em neçar man ku mala xwe biterikînin. Gotin ‘Em êrîşê dibin ser terorîstan’ lê me li bajêr tu terorîst nedît. Wan gelek terorîstên ji rêxistinên cihê anîn bajêr. Çete dema ku nû ketin bajêr dest bi dizî û talanê kirin. Mala sivîlên hejar şewitandin. Gelek kesên mazlûm kuştin. Gelek kesên çek ne di destê wan de bûn, ji ber ku Kurd bûn hatin kuştin. Ne bi tenê Kurd, Tirkmen, Ereb û Siryan jî kuştin. Balefirên şer ên Tirkiyeyê gelê sivîl kuşt. Ez bi xwe bûm şahid.”
TIRKIYE JI BO SIYASETA XWE YA QIRÊJ TIRKMENAN BI KAR TÎNE
Huseyîn Halîl diyar dike beriya êrîşan jiyaneke wan a aram û ewle hebû û got, “Em gel hemû di nava aştiyê de dijîyan. Di navbera me de tu ferq tunebû. Bi êrîşan re xwestin vê rewşê xerab bikin. Lê em li ku bin jî em biratî bi hev re dijîn. Kesên dixwazin navbera me xera bikin, divê bizanibin em zarokên vê axê ne û heta mirinê em ê bi hev re bin. Ji ber êrîşan gelê Serêkaniyê neçar ma ku koç bike. Ji dêvila wan kesên ji Îdlîb, Bab, Hama, Heleb û Derayê bi cih dikin. 100-150 malbatên hejar li Serêkaniyê mane. Ji xeynî van malbatan ên din hemû biyanî ne.
A niha li Serêkaniyê meclîsa Tirkmenan ava kirine. Tirkmenên rastîn li wir nemane, ev meclîs çawa ava kirin ez nizanim. Armanca wan propagandayê bikin û bibêjin me li Serêkaniyê ji bo Tirkmenan meclîs ava kir. Tirkmenên rastîn koçî herêmên Rêveberiya Xweser kirin. Dewleta Tirk a ku dibêje em xwedî li Tirkmenan derketine, gelo çima 50 sal berê xwedî li me derneket? Tirkiye xwedî li me dernakeve. Bila ji bo plan, berjewendî û siyaseta xwe ya qirêj me bi kar neynin. Heke em di heyra wan de bûna, wê bi balefiran em bombe nekirina. Wê tevî çeteyên ji cihên din bajarên me dagir nekirina. Heke ji xwe bawer in bila dîmenên bajêr bi raya giştî par ve bikin. Medyaya Tirk van rastiyan vedişêre.”
BANGA JI BO TIRKMENAN: ERDOGAN WE BI KAR TÎNE
Huseyîn Halîl diyar kir ku çeteyên bi navê Muhammed Hemadî Cedan û Îzzeddîn Firatî yên girêdayî dewleta Tirk gef lê xwarine û gotiye “Em ê serê te jêkin û wêneyê wê ji malbata te re bişînin” Halîl got ku, “Di telefonê de gef li min xwarin. Ji wexta ku ez ji Serêkaniyê derketime, gefan li min dixwin. Peyam ji birayê min ê li Beyrûtê re şandine û gotine ‘Em ê serê birayê re jêkin û wêneyê wê ji te re bişînin’.
Banga min a ji Tirkmenan re ev e, Tirkiye gelo çima 50 sal berê xwedî li me derneket lê a niha dixwaze xwedî li me derkeve. Erdogan me bi kar tîne, em nebin amûra planên wan. Li Humus û Helebê Tirkmen firot, niha jî li Îdlîbê difiroşe. Rejîma Sûriyeyê li Îdlîbê li wan dide. Erdogan çima xwedî li wir dernakeve. Em dixwazin vegerin bajarê xwe. Ev komên çeteyan divê ji bajarê me derkevin.”