Navçeya Şiyê yek ji navçeyên bajarê Efrînê ye ku dikeve ser xetên sînor ên navbera Efrîn û Tirkiyeyê. Li aliyê rojavayê herêma Efrînê ye, ji rojhilat jî aliyê navçeya Mabeta ye, ji başûr navçeya Cindirêsê ye û ji bakur ve navçeya Reco ye. Rûbera wê 165.50 km çargoşe ye. 13 gund û 4 gundikê girêdayî wê hene. Bajaroka Şiyê li quntara rojavayê çiyayê Hes Xidir e û bilindahiya wê ji asta deryayê 324 m’ye. Navçeya Şiyê dikeve aliyê rojavayê nexşeya îdarî ya herêma Efrînê û bi dirêjahiya 28 km jê dûr e.
Bi destpêkirina êrîşên Tirkiyê yên 20'ê Çileya 2018'an a li ser herêma Efrînê û bi dagirkirina wê re hemû kiryarên dermirovî li navçeya Şiyê û gundên wê hatine pêk anîn. Yek ji wê jî guhertina demografîk û bicihkirina Erebên hawirdor li şûna koçberên Efrînê ye. Her wiha hemû mal û milkên wan hatin dizîn û talankirin.
Navenda navçeya Şiyê: Ji 1200 xaniyan pêk tê, nêzî ji sedî 50’î ji xelkê wê yên resen di dema êrîşên Tirkiyê û piştre hatine koçberkirin. Li şûna wan Erebên hawirdor li navenda navçeyê hatine bicihkirin.
Turmîşa: Ji 275 xaniyan pêk tê, hejmara xelkê wê yên resen digihije 1500 kesî. Piştî êrîşa 2018'an a li ser herêmê hemû xelkê gund hatine koçberkirin. Piştî dagirkirinê jî nêzî 80 malbat vergeriyane ku dibe nêzî 300 kes. Bi wê re nêzî 120 malbat ji Erebên hawirdor di gund de hatine bicihkirin. Çeteyên Mihemed El-Fatêh gund kontroldikin.
Erendê: Ji 220 xaniyan pêk tê û hejmara xelkê wê yê resen digihije 1300 kesan. Di dema êrîşên Tirkiyê de hemû xelkê gund hatine koçberkirin. Piştî dagirkirinê jî nêzî 140 malbat ku dibe 500 kes û piranî kesên temen mezin vegeriyane gund. Nêzî 100 malbatên Erebên hawirdor li şûna xelkê ku hatine koçberkirin, hatine bicihkirin. Çeteyên Cebha El-Şamiyê bi serkêşiya Cuma gund Kontrol dikin.
Qermitliq: Ji 350 xaniyan pêk tê û hejmara xelkê wê yê resen digihije 1500 kesan. Ji ber cihê gund ya erdnîgariyê dikeve ser sînorê Tirkiyê, hemû xelkê gund di destpêka êrîşên Tirkiyê de hatine koçberkirin. Piştî dagirkirinê nêzî 120 malbatên gund vegeriyane. Çeteyên El-Emşat gund kontrol dikin. Di gund de çargoşeyeke ewlekarî bi sînor hatiye avakirin ku tê de serokê koma Emşat Ebo-Emşe û birayên wî dimînin.
Senorê û Onqelê: Her du gund ji 500 xaniyan pêk tê. Hejmara xelkê wê yên resen ji Kurdan û Ereban pêk tên û digihije 2000 kesan. Di dema êrîşên Tirkiyê nêzî ji sedî 70’î ji xelkê herdu gundan hatin koçberkirin, bi wê re 1200 kes ji Erebên hawirdor li şûna gundiyan hatin bicihkirin. Çeteyên lîwa El-Weqas ku bi koma El-Emşat re di nav hevkariyê de ne gund kontrol dikin.
Alkono: Ji 150 xaniyan pêk tê. Nêzî 20 malbat ji Erebên hawirdor di gund de hatine bicihkirin. Çeteyên El-Emşat gund kontrol dikin û muxtarê gund bi navê Feysal Xêrotê nasîn.
Gundê Hec Bilêl: Ji 50 xaniyan pêk tê û nêzî 15 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin. Çeteyên Emşat jî gund kontrol dikin.
Gundê Xelîl: Ji 170 xaniyan pêk tê û nêzî 45 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin. Li gund baregeheke ya artêşa Tirkiyê hatiye avakirin û gund ji aliyê çeteyên Emşat ve tê kontrolkirin. Muxtarê gund bi navê Ezet Xelîl Ebo Semîr tê nasîn.
Remedano: Ji 55 xaniyan pêk tê û nêzî 35 malbat ji xelkê wê yên resen in. Piştî dagirkirina herêmê tenê 7 malbat ji xelkê wê resen tê de jiyan dikin. Nêzî 48 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Semerqned ve tê kontrolkirin. Muxtarê gund Fewzî Mihemed Dawod e.
Şiketko: Ji 100 malan pêk tê. Nêzî 40 malbatên ji Erebên hawirdor li şûna koçberên gund hatine bicihkirin. Çeteyên El-Şamiyê gund kontrol dikin.
Ceqelo jorîn, navîn, jêrîn: Her sê gund ji 300 malan pêk tê û nêzî 225 malbatên ji Erebên hawirdor li şûna koçberên gund hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Emşat ve tê kontrolkirin.
Mistiko: Ji 80 malan pêk tê û hema hema hemû gundî di gund de mane. Çeteyên Emşat gund kontrol dikin.
Meroniyê: Ji 200 malan pêk tê û nêzî 50 malbat ji gund hatine koçberkirin û li şûna xelkê ku hatine koçberkirin Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin.
Hêkcê: Derdora 150 malan pêk tê û nêzî 130 malbat ji Erebên hawirdor li şûna koçberên gund hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Lîwa El-Weqas ve tê kontrolkirin.
Kelo: Ji 20 malan pêk tê û derdora 5 malbatên resen li gund bû. Piştî dagirkirina Efrînê nêzî 15 malbatên ji Erebên hawirdor di malên gundiyan de hatin bihcihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Emşat ve tê kontrolkirin.
Li kêleka bicihkirina Erebên hawirdor niştecih an jî malên mêtîngeriyê li navçeya Şiyê û gundên girêdayî wê hatin avakirin. Bi wê re xwestin pêvajoya guhertina demografîk li navçeyê berdewam bikin.
Avahiyên niştecihbûnê ya Şiyê: Ev niştecih li nêzî Tenduristgeha Şiyê li mefreqa gundê Qermîtliq hatiye avakirin û tê de 300 xanî hene. Yên ku li wir jiyan dikin malbatên çetan yên ku derbasî Lîbiya bûne ne, piştgiriya wan ji aliyê çeteyên Emşatan ve tê kirin.
Kampa Lêçe Erendê: Ev kamp di navbera gundê Çeqela û Erendê de ye, ev kamp bi fermana Tirkiyeyê hatiye avakirin, yê ku li ser vê kampê disekine çeteyên Emşat in.