Gaziyan êrişên dagirker protesto kirin

Li Kobanê bi pêşengiya gaziyên şer meşek hate lidarxistin û êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin.

Bi pêşengiya gaziyan, bi sedan şêniyên kantona Kobanê daketin qadan û nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker dan.

Meş ji qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir û heta qada Şehîd Egîd domiya. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Egîd rawestiya û veguherî mîtîngê. Ji bo cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endamê Mala Birîndaran a Kobanê Îsmaîl Hemo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker eşkere li malên sivîlan  û erebeyên wan dide. Bi vê yekê sînordar nema, lê birîndarên şer ên ku şerê terorê kirin jî dike hedef."

Îsmaîl Hemo bang li civata navneteweyî dikin ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Mîtîng bi diruşmeyên rawestandina êrişên Tirkiyeyê bi dawî bû.