Heyeta Bakurê Sûriyeyê li Qesra Elysee bi Macron re civiya

Heyeta ku ji rêveberên Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tê, li Parîsê li Qesra Elysse bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re civiya. Têkildarî hevdîtinê wê daxuyanî bê dayîn.

Heyete ji rêveberê asta jor a Bakurê Sûriye û Rojava pêk tê, li Parîsê li Qesra Elysse bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re civiya. Hat ragihandin ku di civînê de mijarên girîng hatine gotûbêjkirin

Heyeta Bakurê Sûriye ya ku ji nûnerên Kurd, Ereb û Sûriyanan pêk tê, Hevseroka TEV DEM’ê Asya Abdullah, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd, Hevserroka Konseya Têkiliyên Karê Derve ya Kantona Cizîrê Sîham Qiryo, Endama Konseya Rêveberiya Herêma Cizîrê Faner Gaêt, Berpirsê Karê Derve yê QSD’ê Rêdûr Xelîl, Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah û Nûnerê Rêvberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ya Fransa Dr. Xelîl Îsa cih digire.

Heyetê diyar kir ku hevdîtina li gel Macron nêzî saetekê dom kiriye. Têkildarî hevdîtinê wê agahiyên berfireh bê dayîn.

 Li gorî agahiyên ANF’ê bi dest xistî, di hevdîtinê de mijarên girîng hatine destgirtin.