Di festîvala Lêlon a fîlman de pêşkêşkirina fîlman bi dawî bû

Fastîvala Lêlon a fîlman a navnetewî ku li Şehbayê hatî lidarxistin, bi filmên ku êş û azarên gelê Kurd vedibêjin, nîşandana fîlman bi dawî bû.

Festîvala Lêlon a filman a navnetewî ku 21’ê Îlonê li kampên Berxwedan û Serdem ên Şehbayê bi dirûşmeya “Gulek tenê nabe gulistan” dest bi pêşkêşkirina filman kirî, bi filmên ku li ser êş û azarên ku li ser gelê Kurd vedibêjin, nîşandana fîlman bi dawî bû.

Di festîvalê de filmek bi navê ‘Veger’ a derhênerê wê Silêman Denîze ku di filmê de qala ciwanek bi navê Ayub dike ku ji bo li gel meta xwe baxive diçe li ser Çiyayê Ararat. Li ser vê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Bekir Elo nêrînên xwe anî ziman.

Piştre jî filmê bi navê ‘Rû’ ku derhêneriya wê Zîlan Mistefa ye ku balê dikişîne li ser êş û azarên xelkên Efrînê yên hatîn koçberkirin, hate nîşandan.