Fermandariya Giştî ya QSD’ê Şehîd Sîpan bibîr anî

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê şoreşger û kedkarê Kurdistanê Sîpan Efrîn ê şehîd bûye bibîr anî.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Sîpan Efrîn eşkere kir.

Fermandariyê têkildarî Sîpan Efrîn ev agahî da:

“Hevrê Sîpan Efrîn ku bi salan bi kedkarî û wêrekiyeke mezin di hemû çeperên şoreşa Kurdistanê de cîhê xwe girt, di 22’ê Kanûna 2019’an de di encama nexweşiya dil de şehîd ket. Hevrê Sîpan bi eslê xwe ji navçeya Mabata ya ser bi bajarê Efrînê bû, di salên ciwantiya xwe de li hember rewşa li her çar parçeyên Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurd bû xwedî hişmendiyeke mezin. Bi hemû hêza xwe û bi azweriyeke bê hempa bû perçeyek ji vê xebata şoreşa pîroz. Hevrê Sîpan di salên dirêj ên şoreşgeriya xwe ji gelek deverên Kurdistanê heta Kobanî, li hemû çeperên berxwedanê têkoşiya; bi kedkarî û fedakariyek mezin bû mînakê azwerî û welatparêzî. Hevrê Sîpan, di dirêjahiya jiyana xwe de her tim bû kesayetek ku weke xwezaparêz, welatparêz, hûnermend, şervan û şoreşger tê nasîn. Li her devera ku hevrê Sîpan çû, bi ruhek şoreşger, seknek mîlîtan û çavek hunermend ser bi erkan de çû bi awayek serkeftî bi encam kir. Hevrê Sîpan, ji destpêka jiyana xwe ya şoreşgerî di warê sanayiya parastinê de pêşketinên girîng di nav refên şoreşê de ava kir. Ji pêşxistin û çêkirina teknolojiya leşkerî heta alavên parastinê, ji tamîrkirina çek û amûrên şer heya avakirina rê û rêbazên şergeriya modern; bi xuliqkarî, ked û fedakariyek mezin tevkariyek bê hempa li têkoşînê zêde kir. Hevrê Sîpan di nav şoreşa Kurdistanê de huner û şoreşê bi awayek herî serkeftî bi hev re ava kir û îspat kir ku şoreşgerî bi ziraviya hunermendekî dikare were jiyîn.

Li gelek deverên Kurdistanê, li hemû çeperên berxwedana Rojava û di her qada teknîka leşkerî de heval Sîpan şopek ji xwe hişt. Bi lehengiya xwe li her derê ku jê derbasbûyî navê xwe li pey xwe hişt. Şoreşgerê wêrek û fedakar ê Efrîna leheng, 22’ê Kanûna 2019’an di encama nexweşiyeke dil de li ser karê xwe şehîd ket. Em wek Fermandariya Giştî ya QSD şehîd Sîpan Efrîn bi minet û rêzdarî bibîr tînin, ji malbat, hevrê û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku xewn û xeyalên rêheval Sîpan di têkoşîna xwe de em jiyanî bikin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Sîpan Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Hemo

Navê Dayîk: Cemîle

Navê Bav: Fehmî

Cîh û Dîroka Şehadetê: Dêrik/22’ê Kanûna 2019