Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik bi merasîmekê hate bibîranîn

Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik di salvegera 9’an a şehîdbûna xwe de li Goristana Xebat Dêrik a li Dêirkê ya Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna sedan kesî bi merasîmekê hate bibîranîn.

Damezrêner û Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Dêrik (Mehmûd Remedan Mihemed) di salvegera 9’an a şehîdbûna xwe de li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê ya tevlîbûna sedan kesî hate bibîranîn.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê, saziyên civaka sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan û şandeyeke desteyên Rêveberiya Xweser berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişloyê û Fermandarê YPG’ê Şehîd Xebat Dêrik di salvegera 9`emîn a şehadeta wî de bi bîr anî.

‘DI MEŞA XWE YA TÊKOŞÎNÊ DE XWEDÎ HESTÊN WELATPARÊZIYÊ YÊN BILIND BÛ’

Di şexsê Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin û piştre Berdevkê Fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd wiha axivî û got: “Em çi qasî behsa têkoşîn, berxwedan, welatparêzî û kesayeta şehîd Xebat bikin jî, em ê kêm bimînin. Ew di ciwantî û rêwîtiya xwe ya têkoşînê de xwedî hestên welatparêziyê yên bilind bû.”

‘DI DEMEKÊ DE ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ LI GEL DIHATE KIRIN, RUH WELATPARÊZÎ YA GEL DERXIST’

Mehmûd got şehîd Xebat êş, azar, rastiya gelê Kurd dizanîn û li xwe jiyana teslîmkariyê qebûl nekir û wiha domand: “Di demekê de ku dewleta dagirker hewl dida gelê Kurd qir û înkar bike, dîrok û zimanê wî tune bike, şehîd Xebat ruhekî welatparêz di gel de ava kir.”

‘BINGEHÊ ŞOREŞÊ DANÎ’

Mehmûd her wiha îşaret bi rola şehîd Xebat di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de kir û got: “Şehîd Xebat bingeha şoreşê danî da ku gel bi azadî û bi rûmet bijî.”

Mehmûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide nasnameya gelê Kurd înkar bike, lê belê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û fedakariya şehîd Xebat Dêrik û hemû şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin parastin û planên li dijî şoreşê hatin têkbirin.

‘DIVÊ HER KES TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA ŞEHÎD XEBAT DÊRIK Û HEMÛ ŞEHÎDAN NAS BIKE’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger jî şehîd Xebat bibîr anî û wiha axivî: “Di kesayeta şehîd Xebat de, em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin. Da ku xwedî li rêwîtiya şehîdan derkevin, pêwîst e her kes têkoşîn û berxwedana şehîd Xebat û hemû şehîdan nas bike.”

‘HESRETA ŞEHÎDAN Û WESYETÊN WAN PARASTINA GEL Û JIYANEK RÛMET Û AZAD AFIRANDINE’

Zelal bal kişand ser hesretên şehîdan ku di oxira wê de şehîd dibin û ev nirxandin kir: “Wesiyeta şehîdan ew e ku xaka me bê rizgarkirin, gel bê parastin û jiyaneke azad û birûmet bê afirandin. Ji lew re, divê em heta pêkanîna armancên şehîdan têkoşînê dewam bikin.”

SOZA ŞOPANDINA RÊYA ŞEHÎDAN DAN

Birayê şehîd Xebat, Hisên Remedan jî soza şopandina rêya şehîd Xebat Dêrik û hemû şehîdan da.

Piştî axaftinan, berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd semboleke YPG`ê da malbata şehîd Xebat. Malbata Xebat Dêrik jî wêneyeke şehîd Xebat wek bîranîn da Nûrî Mehmûd.

Di dawiya merasîmê de gul danîn ser gora şehîd Xebat.