Fermandarê YPG'ê: Çete li ber tinebûnê ne

Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li bejahiya Dêra Zorê her bi pêş ve diçin. Ji fermandarên YPG'ê Elîşêr Agirî got, "Çete li ber tinebûnê ne."

Fermandarê YPG'ê Agirî, Pêngava Bagera Cizîrê nirxand û destnîşan kir ku hêza çeteyên DAIŞ'ê nemaye ku li dijî QSD'ê şer bikin û gelek çete ji DAIŞ'ê direvin û xwe radestî QSD'ê dikin.

Agirî ji ANHA'yê re axivî û diyar kir, QSD bi moraleke bilind li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşe.

Agirî got, "Em niha ber bi navenda petrolê ya Heqil El-Tenik ve diçin. Ev navenda petrolê yek ji mezintirîn navendên petrolê yên Sûriyeyê ye. Ji aliyê şervanên me ve hatiye rizgarkirin. Di navbera navenda petrolê ya Umer û El-Tenik de, me hem ji bo derbaskirina sivîlan û hem jî ji bo tevgera hêzên xwe korîdorek vekiriye. Ev korîdor dirêjahiya xwe 30 km heye."

Fermandarê YPG'ê Elîşêr Agirî bal kişand ser tevlîbûna şervanên Ereb, Kurd û Suryan di nava QSD'ê de û wiha ev mijar vegot: "Şervanên ku tevlî pêngava Bagera Cizîrê bûne bi awayekî hevpar û fermandariyeke hevbeş, peşveçûna xwe didomînin. Tevlîbuna şervanên YPJ’ê bi rengê jinê di nava pêngava Bagera Cizîrê de asta moral û atmosfera berxwedaniya şervanan derdixe ber çavan. Pêngava me bi coş û motivisyoneke pir mezin dewam dike û baweriya me jî heye ku em ê serkeftinên mezin bi dest bixin û van serkeftinan diyarî gelên Sûriyeyê bikin."

Fermandarê YPG'ê girêdayî rewşa sivîlan jî ev tişt anî ziman: "ji bo derbaskirina sivîlan jî em bi awayekî hestiyar û baldar tev digerin. Di hefteya dawî de hejmareke zêde ya sivîlan ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin xelaskirin. Di nava wan de malbatên biyanî jî hebûn. Dema ku ev kesên sivîl digihêjin qadên rizgarkirî dilsoziya xwe ji bo me nîşan didin. Balkêş e ku di demên dawiyê de gelek ji çeteyan xwe radestî şervanên me kirin."

Fermndarê YPG’ê Elîşêr Agirî derbarê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Zeviyê Petrolê yê El-Tenik de, got, "Êrîşa ku pêk hat ji aliyê şervanên me ve hate şikandin. Şervanên me derbeyên giran li çeteyan dan. Komên çete wê demê fam kirin ku QSD hêzeke profesyonal e. Di axaftinên çeteyan ên li ser Bêtêlê jî ev yek hate îsbatkirin. Piştî ku ev êrîş hatin şikandin şervanên QSD’ê bi hemû hêza xwe pêşveçûna xwe dewam dikin. Em hetanî Çemê Firatê diçin, li kuderê hovîtiya DAIŞ’ê hebe em ê li wir berxwedaniyê bikin û jiyana azad misoger bikin."