Fermandarê YPG'ê: Êrîşa li ser Efrînê bidome, pêngava Reqa nadome
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo li ser operasyona Reqayê, êrîşên li dijî Efrîn û Şehbayê, têkiliyên bi DYA, Rûsya û rêveberiya Şamê daxuyaniyên girîng da.
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo li ser operasyona Reqayê, êrîşên li dijî Efrîn û Şehbayê, têkiliyên bi DYA, Rûsya û rêveberiya Şamê daxuyaniyên girîng da.
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Hemo destnîşan kir, ku dewleta Tirk a ku hewldanên xwe yên dagirkeriyê didomîne her roj derbê dixwe û got, "Berxwedana me wê bidome." Hemo polîtîkayên Rûsyayê jî rexne kir. Sîpan Hemo der barê têkiliyên bi Kaolîsyon re got, hêzên Koalîsyonê yên dixwazin terorê biqedînin piştgiriyê didin QSD'ê.
Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo, bûyerên dawî yên li Rojava û Sûriyeyê nirxand û daxuyaniyên girîng da. Hemo bal kişand ser rewşa stratejîk a pêngava Reqayê û işaret bi rewşa hêzên li herêmê DYA, Rûsya, Tirkiye û Sûriyeyê kir.
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo, li ser hevsengiyên navneteweyî, plana Sûriyeyê, hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina herêma Efrîn/Şehbayê û pêngava Reqayê bersiv da pirsên ANF'ê.
'KOALÎSYON JI BO TERORÊ BIQEDÎNE PIŞTGIRIYÊ DIDE QSD'Ê'
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku hewl dide bajarê Reqayê kontrol bike, li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke bêhempa didin. Tifaqa we ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û hêzên Kaolîsyonê di kîjan astê de ye?
Girîngiya berxwedana li Rojava û Sûriyeyê ya li dijî terora DAIŞ'ê û paşmêrên wan, tê zanîn. Operasyonên QSD'ê yên li Reqayê bi rengekî serketî didomin. Şervanên me li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin û hewl didin navenda bajêr kontrol bikin û sivîlan rizgar bikin. Di vê çarçoveyê de 8 taxên stratejîk ji terora DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Weke ku elek saziyên çapemenî û weşanê yên navneteweyî jî dişopînin, em operasyona Reqayê bi hêzên Koalîsyonê re dimeşînin. Operasyonek bi qasî ya Mûsilê ye. Armanca bingehîn, qedandina terora DAIŞ'ê bi lez û bez e. Lewma hêzên Koalîsyonê yên dixwazin terorê biqedînin piştgiriyê didin QSD'ê. Em operasyonên xwe bi rengekî koordîneyî dimeşînin.
HELWESTA RÛSYAYÊ
Hêzên rejîmê di nava pêngava Reqayê de cih negirtin. Gelo ev yek encama peymaneke we bi Rûsya û rejîmê re bû? Wekî din, tê gotin ku Rûsyayê yekîneyên xwe yên leşkerî li bajêr bi cih kiriye...
QSD tevî DYA û hêzên Koalîsyonê, ji bo paqijkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke demdirêj dimeşîne. Piştî ku Tebqa hate rizgarkirin, hêzên Koalîsyonê û hêzên QSD'ê di çarçoveya biryareke hevpar de dest bi pêngava Reqayê kirin. Ji destpêkê ve rewşeke ku Rûsya tevlî operasyonê bibe, tine bû. Plan û bernameya pêngava Reqayê ji aliyê hêzên me ve hate amadekirin. Ti tifaqeke me bi hêzên rejîmê re nîne. Ti eleqeya hêzên rejîmê ya jî hêzeke din bi pêngava Reqayê re nîne. Bi berxwedan û fedakariya hêzên QSD'ê operasyon dewam dike. Car carna li dora Reqa û Tebqayê di navbera hêzên rejîmê û hêzên me de rageşî derket. Ji bo ev yek veneguhere şerekî mezin, em bi wan re rûnişt. Koordîne û plana cihên ku hêzên Koalîsyonê, hêzên Rûsya û rejîmê kontrol bikin, hate amadekirin. Di mijara Reqayê de hêzên weke DYA û Rûsya agahiyê didin hev û tevdigerin. DYA bi QSD'ê re tevdigere. Rûsya jî bi hêzên rejîmê re planê dike û tevdigere. Nîqaş hate kirin ku hêzên li herêmê ku derê kontrol bikin. Hêzên rejîmê li gorî plan û bernameya hate kirin, tevnegeriyan. Bombe li çeperên hêzên QSD'ê barandin. DYA jî weke bersiva vê yekê, balafireke rejîmê xist xwarê.
Dewleta Tirk, planên xwe yên dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê, di ser herêma Efrîn/Şehbayê didomîne. Ev rewş li dijî hêzên YPG'ê gelo ne gef û xeteriyek e? Dewleta Tirk çima dixwaze pêşî li pêngava Reqayê bigire? Wekî din, hûn helwesta Rûsyayê ya li dijî vê dagirkeriyê çawa dibînin?
Eşkere ye ku dewleta Tirk dixwaze li Bakurê Sûriyeyê çi bike. Hewl dide plan û senaryoyên xwe yên dagirkeriyê bidomîne. Ji bo sekinandin û qedandina dagirkeriya Tirk, berxwedana me dewam dike. Berxwedana me berbelav dibe. Rûsya timî li herêmê di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevdigere. Nêzîkatiya wan li ser vê bingehê ye. Her tim hewl didin hewldanên siyasî û dîplomatîk derxînin pêş. Ji aliyekî ve qebûl nake, lê li aliyê din hewl dide tifaqê bike. Hem hewl dide bi dewleta Tirk re tifaqê bike hem jî car carna mesajê dide û dibêje 'Nabe ku hûn bikevin nava axa Sûriyeyê'. Rûsyayê ji sala 2011'an û vir ve hewl da bi alîkariya dewleta Tirk derdora Şam, Dera, Hûms û Helebê paqij bike. Bêhn anî ber hêzên rejîmê. Têkiliyên Rûsyayê yên bi dewleta Tirk re, li gorî destketiyên taktîkî diguherin. Em QSD, helwesta Rûsyayê di cih de nabînin. Polîtîkaya ku Rûsya dimeşîne, siyaseta berjewendiyan e ku li dijî destketiyên gelê me ye, li dijî şoreşa Sûriyeyê ye. Em vê yekê rast nabînin. Mafê her hêzê heye ku siyasetê bike, lê belê nabe ku kes li ser xwîna gelê me siyasetê bike.
'DEWLETA TIRK HER ROJ DERBÊ DIXWE'
Senaryoya ku Tirkiye ji bo Bakurê Sûriyeyê disêwirîne çiye? Berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê li dijî dagirkeriya Tirk wê çawa be?
Ji wê rojê ve ku Şoreşa Rojava dest pê kiriye û heta niha dewleta Tirk bi siyaseta dagirkerî û înkarê bi ser gelê me de tê. Hesab dike bê ka ew ê çawa Şoreşa Rojava bişkîne, çawa Kurdan li Sûriyê qir bike. Ev hesabên pir taloke ne. Hêzên me yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê van talokeyan dibînin. Dixwazin qira gelê me bînin. Hêzên me li dij hesab û planên wan haziriyên xwe kirine. Dewleta Tirk bi komên 'Artêşa Azad a Sûriyê' (AAS) li ser Efrîn/Şehba planan dikin. Hêzên YPG’ê û Hêzên Şoreger jî planên wan ên êrîşê pûç dikin. Êrîşên Eyn Deqne planên mezin bûn. Xwestin ku herêma Efrîn û Şehbayê kontrol bikin. Hêzên me bersiva hewce dane wan. Dewleta Tirk rasterast derb xwar. Li gel komên AAS'ê her roj li Efrîn/Şehbayê derbê dixwin. Pir ji wan têne kuştin. Ev bi berxwedan û biryara dîrokî ya hêzên me ye. Ev berxwedan wê dewam bike. Di demên pêş de em ê hemû bajarên xwe yên dagirbûyî azad bikin. Di vê derbarê de bi hêzên Koalîsyonê re me babetên xwe par ve kirin. Eger dewleta Tirk li ser Efrîn/Şehbayê êrîşên dagirkirinê bidomîne pêngava Reqa nadome. Hêza sereke ya parastinê ya herêma Şehbayê Ceyş El -Siwar weke ku tê zanîn niha li Reqayê şer dike. Wan jî ev babet zelal kirin. Gotin, eger bi ser qadên me de êrîş zêde bibin ti wateya ku li Reqayê şer bikin namîne. Em jî wiha difikirin.