Fermandarê QSD'ê: Êrîşa Rûsyayê tenê bi kêrî DAIŞ'ê tê

Rûsyayê, duh piştî êrîşa bi balafirên şer, bi katyûşa û hawanan bomberdûman kir. Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla li ser êrîşên Rûsyayê axivî û got, "Ev êrîş tenê bi kêrî DAIŞ'ê tê."

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehemd Ebû Xewla, ji ANF'ê re axivî û êrîşa duyemîn a hêzên Rûs a li dijî nuqteyên QSD'ê şermezar kir. Ebû Xeyla diyar kir, ev vê helwestê, pêşveçûna wan a ji bo tinekirina DAIŞ'ê qels kiriye.

Ebû Xewla anî ziman, ku wan mafê xwe yê bersivdanê bi kar anîne û cihên ku top jê hatine avêtin kirine hedef. Ebû Xewla got, "Piştî ku balafirên şer ên Rûs û topavêjên wan nuqteyên me kirin hedef, me jî cihên êrîş jê hatin kirin, kirin hedefa xwe û mafê xwe yê parastin û bersivdanê bi kar anîn."

Ebû Xewla destnîşan kir, ku ev êrîşa Rûsyayê ya li dijî şervanên QSD'ê, tenê bi kêrî çeteyên DAIŞ'ê tê û got, "Rûsya bi van pêkanînên xwe nikarea pêşî li pêngava li dijî DAIŞ'ê bigire. Em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin. Ji hemû hêz û derfetên xwe, em ê axa Bakurê Sûriyeyê ji çeteyan rizgar bikin."

Ji dema ku QSD'ê dest bi Pênava Bagera Cizîrê kirine, balafirên şer ên Rûsya û Rejîmê du caran êrîşî şervanên QSD'ê kirine. Êrîşa destpêkê 16'ê Îlonê hatibû kirin.