Fermandar Egîd li Rojava bi merasîmeke leşkerî hat bibîranîn

Fermandar Egîd li Helebê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve bi merasîmeke leşkerî hat bibîranîn.

Di salvegera 37'emîn a şehadeta Fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) merasîmeke leşkerî li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist. Di merasîmê de bi dehan endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn. Di marasîmê de wêneyê Fermandar Egîd, alên YPG’ê û YPJ’ê hatin hildan.

Piştî lidarxistina torana leşkerî, ji fermandarên YPGʹê Şervan Efrîn axivî. Efrîn anî ziman ku meha Adarê ji bo Kurdan meha fedakariyê ye û got: “ Ji 21'ê mehê ve ku salvegera şehadeta Şehîd Mazlûm Dogan e, heta bi Hefteya Lehengiyê û şehadeta Şehîd Egîd e. Fedakariya ku pêşengên Hefteya Lehengiyê dane, tevahiya Rojhilata Navîn parast. Bi saya Hefteya Lehengiyê gel fêrî xweparastinê bû û komployên li dijî gelên herêmê têk birin.“

Şervan Efrîn soza şopadina xeta şehîd Mazlûm Dogan û Egîd  da.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.