Federasyona Gaziyên Şer ji bo Efrînê daxuyanî dan

Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kiribûn, şermezar kir.

Di daxuyaniya Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ev tişt hate diyarkirin

“Bi navê gel û birîndarên şer ên li herêma Firatê, em dagirkirina Efrînê û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar dikin.

Li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ku bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk hatin, berxwedaneke lehengane ye 58 rojan hate raberkirin.

Em bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku dawî li van sûc û binpêkirinên dewleta faşîst bînin, da ku aştî û aramî li hemû bajarên Sûriyeyê û bi taybet li Efrînê pêk were û koçber vegerin warên xwe.

Berxwedana gelê Efrîn û Hêzên Rizgariya Efrînê wê heta rizgarkirina Efrînê û têkbirina dagirkeriyê li hemû bajaran bidome."