Federasyona Bakurê Sûriyeyê 4 xal erê kir
Endamên Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Suriyeyê 4 xalên yasaya hilbijartinê erê kirin.
Endamên Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Suriyeyê 4 xalên yasaya hilbijartinê erê kirin.
Civîna ku Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê yasaya hilbijartinê dayî dengdanê di roja duyan de jî didome.
Di civînê de, ku li Hêwana Sendîkaya Karkeran a Rimêlan a Girgê Legê pêk tê, nûnerên hemû herêm û kantonên Rojava-Bakurê Sûriyeyê (Cizîr, Kobanê, Efrîn, Reqa, Minbic, Girê Spî û Şehba) hene.
Meclîsa Damezrîner bi alîkariya Komîteya Yasadanê li ser pêşnûmeya yasayê ku ji hêla Konseya Bilind a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ve hatî amadekirin, gotûbêj kirin.
XALÊN KU HATIN QEBÛLKIRIN
Endamên Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê 4 xalên yasaya hilbijartinê qebûl kirin.
Xalên ku hatine qebûlkirin:
1-Nûnerên gel 60 ji 100’î wê ji hêla gel ve werin hilbijartin.
2-40 ji 100’î yên nûneran bi rêgezên demokratîk wê ji wan kesan pêk bên ku di parlamentê de bin. Hemû beş wê tevlî hilbijartinê bibin, heke di hilbijartinên giştî de nûnerên beşan derneyên, nûner wê bi rêgezên demokratîk werin hilbijartin.
3- Di hemû meclîsên Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê de hejmara jin û mêran wê weke hev be 50 ji 100’î be.
4- Endamên parlamentê û Meclîsa Gel a her herêmê du caran dikarin werin hilbijartin.
Nîqaşên li ser yasaya hilbijartinê didome.