NY: Erdhejê li Sûriyeyê bandor li 8,8 milyon kesan kiriye
Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Nejad Rochdî diyar kir ku ji ber erdheja 6’ê Sibatê rabûye, li Sûriyeyê 8, 8 milyon kes bi bandor bûne.
Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Nejad Rochdî diyar kir ku ji ber erdheja 6’ê Sibatê rabûye, li Sûriyeyê 8, 8 milyon kes bi bandor bûne.
Nejad Rochdî ku li ser Twîtterê daxuyanî da, diyar kir ku ji ber erdhejên rabûne, 8, 8 milyon kes li Sûriyeyê bi bandor bûne û got: “NY, bi biryar e ku bi Sûriyeyiyan re bibe alîkar û tiştên ji milên wê were, bike.“
Hin aktîvîst û xebatkarên alîkariya mirovî ku li herêmên di bin destên komên çekdar de dixebitin, rexneyan li NY’yê dikin ku alîkariyê kêm dişîne.
Li gor hin çavdêran, NY’yê, di rêyên zehmet de ji bo bikare alîkariya navneteweyî bigihîne, li şûna kamyonên mezin dikarî wesayîtên biçûk bi kar bianîna.
Hat gotin ku ji roja erdhej rabûye ta bi niha, 140 kamyon ji aliyê NY’yê ve di ser Tirkiyeyê re ji wan herêman re ku di bin destên komên çekdar de ne, hatine şandin.
NY’yê da zanîn ku li herêmên ji erdhejê bi bandor bûne, hewcedarî, pêşîn bi konan heye.