Ew ruh bû ku hêvî mezin kir

Şehîd Reşît Zîron ruhê mezinkirina hêviyê û rabûna li ber zor û zehmetiyan bû. Navê wî lehengiya destanekê bû ku wê bi wêrekî û fedakariya xwe her tim bê bîranîn.

Reşît Zîron ku di mijara bicihanîna wezîfeyê de bi dîsîplîn, sebir û baldariya xwe mîna rêberekî bû, bi jiyana xwe ya fedakar bandor li her kesî kir. Di 4'ê Gulana 2018'an de tevlî nava karwanê şehîdan bû.

Reşît Zîron 1'ê Îlona 1990'î li gundê Peyanîsê yê Colemêrgê ji dayik bû. Ji kevneşopiya têkoşînê ya malbata xwe sûd wergirt, bi hestên welatparêziyê mezin bû. Di serî de sê pismamên wî gelek neferên ji malbata wî tevlî nava têkoşîna azadiyê bûn û gihîştin asta şehadetê. Reşît ev mîrateya hêja dewr wergirt, bêyî ku biweste ked da. Gav bi gav ber bi warê azadiyê ve çû, fikir û armancên xwe timî bi azadî û edaletê ava kir. Bi sekna xwe ya şoreşgerî sond xwar ku xeleka koletiyê bişikîne.

Reşît li Colemêrgê tevlî nava têkoşînê bû. Di perwerdekariya xwe ya li ser sabotajê li pêş bû. Li Akademiya Şehîd Seyfî Cîhan a Sabotajê gelek şervanên nû yên sabotajê perwerde kir. Ewladê bi îradeya ji pola ya gelê Kurd jiyana xwe diyarî çalakiyên sabotajê kir. Sabotaj ji bo wî ne tenê çalakiyek bû, di heman demê de şêweyekî hebûnê bû. Sabotajên ku bi biryardarî û wêrekî kir nîşaneya biryardariya têkoşînê ya ji bo welatê wî bû. Bi wêrekî û biryardariya xwe dihate naskirin.

TEVÎ KU BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ, NESEKINÎ

Daxwaz û biryardariya wî ya têkoşînê ti carî lawaz nebû. Tevî ku ji lingê xwe bi giranî birîndar bû ti carî xwe ji kar neda alî. Hem hunera xwe bi pêş xist hem jî wezîfeyên girîng ên perwerdekirina sabotajvanên nû û pêşengiya şer bi cih anî.

Reşît Zîron bi berpirsyariyê û fedakariyê bû mînak. Li ber zor û zehmetiyan rabû, ew ruh bû ku hêvî mezin dikir. Di her gavê de berpirsyariya xwe bi rengê herî bedew bi cih anî, ti carî nîvco nehişt. Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê hewl da, timî li pêş bû. Biryardariya wî, hezkirina ji welêt û berpirsyariya wî ew kir efsane. Dengê demê bi wî re hîn bi xurtî bilind bû, hêvî bi wî re bêhtir şîn bû. Navê wî, bi wêrekî û fedakariya wî mîna lehengê destanekê wê timî bê bîranîn. Bi rûyê xwe yê li ken, bi dilê xwe yê mezin ê bi hêvî her tim çavkaniya sûdwergirtinê bû.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 20'ê Çileya 2018'an ên li ser Efrînê, Reşît tevlî berxwedanê bû û di Berxwedana Serdemê ya 58 rojan de bi roleke girîng rabû. Heta kêliya dawî ya berxwedanê weke ewladekî leheng ê Colemêrgê bi gelê Efrînê re bû. Ji bo gelê Efrînê bi rengekî ewle bigihêje Şehbayê karê paqijkirina mayinan kir. Di 4'ê Gulana 2018'an de di dema paqijkirina mayinekê de şehîd bû.