'Ew roj ev roj e; li dijî faşîzmê li her deverê rabin ser piyan!'

Saziyên li Ewropayê li dijî dagirkeriya li ser Rojava bang kirin û gotin, ''Roja rabûnê ye'' û bang kir ku her kes derkeve kuçeyan.

Helwesta li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava didome.

Saziyên li Ewropayê daxuyanî dan û li dijî dagirkeriyê bang li her kesî kirin ku derkevin kuçeyan.

AvEG-KON: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ XWE BERDIN KUÇEYAN!

Konfederasyona Koçberên Çewisandî yên Ewropayê ((AvEG-Kon)'ê got, ''Dewleta Tirk di serî de gelê Kurd ku DAÎŞ têk birin, ji bo ku tolê ji gelên  Rojava û hêzên wan ên pêşeng tolê bistîne tolê ji gelên Rojava distîne.''

AvEG-KON'ê got,''Çi xwecih, çi koçber, divê çîna karker û kedkarên li Ewropayê rabin ser piyan, li dijî êrîşa dagirker a dewleta Tirk a faşîst û li dijî kuştina gelên Rojava bibêje, 'raweste''. Konfederasyonê bi domdarî got, ''Em bang dikin ku her kes derkeve kuçeyan, hevgirtina enternasyonal a gelan geş bikin. Roj ew roj e ku em li Rojava, li mêtingeriyê, li faşîzmê û li dijî êrîşên dagirker derkevin kuçeyan.''

KOMUNA ENTERNAYONALÎST: HETA KU EM ENCAMÊ BISTÎNIN

Di daxuyaniyê de ya Komuna Enternasyonalîst hate gotin, ''Şoreşa li Rojava ji destpêkê ve şoreşeke enternasyonalîst e. Şoreşeke wiha ye ku ne tenê nifûsa Kurdan a li Rojava, her wiha dixwaze dawî li mêtingeriya li Rojhilata Navîn, zextê û dîktatoriyê jî rizgar bike. Em bang dikin ku ji bo parastina li Rojava her kes rabe ser piyan.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Heta ku nema çekan bidin Tirkiyê, heta ku rejîma faşîst a Tirkiyê were têkbirin, protestoyên xwe yên polîtîk bi asta berxwedana polîtîk em ê geş bikin.''

KKP: XWEZIYA WAN DI GEWRIYA WAN DI BIHÊLIN

Komîteya Navendî ya Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) jî got, ''Ji bo ku xweziya empertalîstên Tirk di gewriya wan de bimîne, ji bo ku em welatê xwe ya ku tehdîna giran li ser heye biparêzin, ji bo ku em diranên bixwîn ên emperyalîzma Tirk bişikînin, ku hişkere dibêjin, wê bi milyonan Kurd ji welatê wan 'paq biqin', li hemû parçeyên Kurdistanê, li hemû deverên  dewletên mêtinger ên Tirk, Ereb û Fars, li dîasporayê rabin ser piyan. Helwesta Kurdan a li dijî dagirkeran bi cîhanê bidin bihîstin. Wan destên ku şûrê mirinê li ser serê Kurdan kil kirine bişikînin.''