Eşîrên Reqa û Girê Spî: Em ê destekê bidin QSD’ê

Rûspiyên eşîrên Reqa û Girê Spî, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê protesto kirin û peyama destekdayina QSD’ê dan.

Ji bo şermezarkirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê şêx û êlên eşîrên bajarên Reqa û Girê Spî ji li Qada Elem kom bûn û diyar kirin ku Erdogan bi derewan sûc û komkujiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, vedişêtin.

Şêxê eşîra El-Sebxa Mihemed Tirî El-Sûan daxuyanî xwend.

‘ARMANCA ERDOGAN QIRKIRINA ETNÎKÎ YE’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe DAÎŞ û El-Nûsra, komkujiyên li dijî mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Her wiha hate gotin ku bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş ku li herêmê piştî têkçûna DAÎŞ`ê serwer bû, çeteyên Tirkiyê qirkirina komî û etnîk pêk tînin.

Şêxên eşîran di daxuyaniya xwe de her wiha diyar kir ku gel bi hemû pêkhateyên xwe li pişt hêza tekane ku îradeya gel temsîl dike û parastina deskeftiyên wan dike Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e.

Her wiha daxuyaniyên Erdogan ên dûrî rastiyê ku dibêje dijminahiya xwe li herêmê li ser daxwaza gelê herêmê hatiye, derewandin. Şêxên eşîran destnîşan kir ku Erdogan dixwaze desthilata Osmaniyan vejîne, ji ber wê yekê erdê Sûriyê dagir dike.

BANG

Herî dawî bang li civaka navneteweyî hate kirin ku berê xwe bidin hêviyên gelên herêmê ku dixwazin bi aramî û azad bijîn û dijminahiya Tirkiyê li ser herêmê bisekinînin.