Eşîrên li Cizîr û Dêrazorê: Em seferberiyê didin îlankirin
Eşîrên li herêma Cizîrê û Dêrazorê êrîşên dagirker şermezar kir û got ku “Em eşîrên Ereb em ê tevî ciwanên xwe, axa xwe biparêzin û em seferberiyê didin îlankirin.”
Eşîrên li herêma Cizîrê û Dêrazorê êrîşên dagirker şermezar kir û got ku “Em eşîrên Ereb em ê tevî ciwanên xwe, axa xwe biparêzin û em seferberiyê didin îlankirin.”
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina sivîlan, rûspiyên êlên herêma Cizîrê û parêzgeha Dêrazorê îro li qada Akademiya Şehîd Brosk a taybet a QSD’ê ya li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê kom bûn û daxuyaniyek ji raya gişt re parve kirin.
Daxuyanî ji hêla Şêx Silêman Derwîş ê hevserokê Meclisa êlên herêmê ye hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Di dirêjahiya salên borî de, QSD’ê ya ku ji pêkhateyên Sûriyê ji Ereb, Kurdên misliman, Xiristiyan û Êzîd ne, herêm ji terora DAIŞ’ê rizgar kir. Îro jî li hemberî herêmên me êrîşa leşkerî têne kirin. Ev êrîş ji hêla êlên erebî yên li Sûriyê ve nayê qebûlkirin ku wê bibe sedema vejîna DAIŞ’ê.
Em êlên li Cizîr û parêzgeha Dêrazorê vê destwerdana leşkerî şermezar dikin û bang li hêzên cîhanê dikin ku rawestînin û çareseriyek siyasî û dîplomasî bibînin. Her wiha çi dijminatiyê ji her aliyekî ve jî red dikin. Em û ciwanên me yên şervan seferberiyê ji bo parastina xakên me yên êlên erebî yên li Dêrazor û Hesekê, radigihînin.
Em bang li Konseya Ewlekariyê û civaka navdewletî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û çareseriyê ji êrîşên Erdogan re yên li ser sînorê Bakurê Sûriyê yên bi armanca qirkirina etnîk, deynin."