Eşbal el-Hîlafe hilweşiya, zarokên Êzidî êdî azad in!

Zarokên Êzidî yên doh li Baxozê ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarikrin, diyar kirin ku çeteyên DAÎŞ'ê piştû ew revandin, birin kampên bi navê 'Eşbal el-Hîlafe' û li wir perwerdeya leşkerî û olî dane wan.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gundê Baxozê yê navçeya Hecînê ya Dêra Zorê di operasyonên doh de 6 zarok û 2 jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin rizgar kirin. Zarok 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê hatibûn revandin. Zarokan gotin, piştî ku hatin revandin li tabûra bi navê Eşbal el-Hîlafe (paşeroja Xîlafeyê) hatin bicihkirin û çeteyan li wir perwerdeya leşkerî û olî dane wan.

Şervanên QSD'ê ku di operasyonên xwe yên heta niha de li herêma Hecînê bi sedan jin û zarokên Êzidî rizgar kirine, pêr jî 9 zarokên Êzidî û 4 zarokên Tirkmenên Şîa yên ji Telaferê rizgar kiribûn. Zarokên ku doh hatin rizgarkirin, ji ANF'ê re qala êşa ku DAÎŞ'ê bi wan û malbatên wan dane kişandin, kirin. Zarokan gotin, piştî ku hatin revandin DAÎŞ'ê axaftina bi Kurdî li wan qedexe kiriye û piştre ji malbatên xwe hatine dûrxistin, li kampan hatine bicihkirin û ji bo karibin komkujiyan bikin perwerdeya leşkerî û olî dane wan.

PERWERDEYA LEŞKERÎ Û OLÎ DAN ZAROKÊN ÊZIDÎ YÊN REVANDIN

Zarokê Êzidî E.X.H. yê 14 salî, dema ku tevî malbata xwe ji Şengalê hate revandin 10 salî bû. Anî ziman ku piştî hate revandin ew birin Telaferê, li wir jî çeteyan ew û malbata wî ji hev cuda kirin. E.X.H. diyar kir ku piştî wê demê wî agahî ji malbata xwe negirt û dûre tevî gelek zarokên Êzidî yên hatin revandin ew birin Mûsilê, li wir jî perwedeya leşkerî û olî dan wan.

MEJIYÊ NASKIRÎ: QEDEXEYA AXAFTINA BI KURDÎ

E.X.H. got, axaftina bi Kurdî li wan hatibû qedexekirin, lewma ew baş bi Kurdî nizane, bêhtir bi Erebî dikare xwe îfade bike, lewma dixwaze bi Erebî biaxive. E.X.H. got, "Piştî Telaferê em birin Mûsilê. Em hemû zarokên Êzidî bûn. Dema ku em revandin axaftina bi Kurdî li me qedexe kirin. Ji ber vê yekê niha nikaribim bi Kurdî biaxivim."

DEMA HATE REVANDIN 4 SALÎ BÛ

Zarokê Êzidî yê bi navê X.Ş. (8) dema hate revandin hîn 4 salî bû. Kincên leşkerî, lepik û botên ku DAÎŞ'î li xwe dikin, li ser wî ne. X.Ş. anî ziman ku ji ber teqînekê ew ji milê xwe birîndar bû û parçeyê şarapnelê di stuyê wî de heye. X.Ş. diyar kir, DAÎŞ'ê navê "Abdullah" li wî kiriye û malbata wî kêm tê bîra wî. Ji bo pirsa "Eger tu dayik û bavê xwe bibîne tu yê wan nas bike?" got, "Ne bawerim ku nas bikim".

'PAŞEROJA XÎLAFETÊ'

X.Ş. anî ziman ku ew jî li kampa perwerdeya leşkerî û olî hate hiştin û got, DAÎŞ'ê navê "Eşbal el-Hîlafe" li van kampan kiribû ku bi giranî zarok lê perwerde dikirin. X.Ş. li ser kampên leşkerî yên zarokan got, "Li wê derê perwerdeya leşkerî didan me. Perwerdeya Quranê jî didan me. Li wê derê em nikarîbûn li gorî dilê xwe tevbigerin. Lê dema dawî êdî kesî nepirsî ku em çi dikin çi nakin."

'EZ MALBATA XWE NAS NAKIM, LÊ MERAQ DIKIM'

Zarokan diyar kirin ku li van kampanhîn gelek zarok hebûn û dema me wêneyên zarokên pêr ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin nîşan dan, gotin ku ew hemûyan nas dikin û navên wan yek bi yek gotin. X.Ş. got, ew malbata xwe nas nake, lê meraq dike û diyar kir ku dixwaze biçe gel malbata xwe. Şervanên YPG/YPJ'ê zarokên ku rizgar kirin piştî alîkariya destpêkê birin Hesekê ji bo radestî Mala Êzidiyan bikin.

BI HEZARAN JIN Û ZAROKÊN ÊZIDÎ HATIBÛN REVANDIN

Hêzên QSD'ê di nava 4 salan de di operasyonên Tebqa, Reqa, Minbic, Hesekê û Dêra Zorê de bi sedan jin û zarokên Êzidî rizgar kirin û radestî malbatên wan kirin. Çend roj berê 7 zarokên Êzidî li Baxozê hatibûn rizgarkirin. Çeteyên DAÎŞ'ê dema ku 3'ê Adara 2014'an êrîş birin ser Şengalê, bi hezaran jin û zarokên Kurdên Êzidî revandin û li bazarên koleyan firotin.