Ermenên ji Girê Spî: Dixwazin komkujiyê bi destê DAÎŞ'ê bidomînin

Ermenên li Girê Spî diyar kirin, dewleta Tirk dixwaze Qirkirina Ermenan a 103 sal berê ji aliyê Osmaniyan ve hate kirin, niha bi destê DAÎŞ'ê bidomîne. Ermen dibêjin, wê dest ji mafên xwe bernedin.

Ermenên li Girê Spî yê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, di salvegera 104'an a Qirkirina Ermenan de ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, zilma ku dewleta Tirk berî 103 salan li gelên herêmê kir, îro jî didomîne.

'EM LI ÇAR ALIYÊN DINYAYÊ BELAV BÛN'

Lucian Matosyan ku di dema qirkirinê de malbata wê ji Rihayê hate koçberkirin, anî ziman ku ew li çar aliyên dinyayê belav bûne. Lucian Matosyan ku di heman demê de endama Kongreya Star a li Girê Spî ye, li ser çîroka koçberkirina malbata xwe ku kêm tê bîra wê got, "Dewleta Tirk kal û pîrên me koçber kir. Berê wan da Sûriye û Iraqê. Li Sûriyeyê jî em li Girê Spî, Serêkaniyê, Helebê, Dêra Zorê, yanî li çar aliyan belav bûn. Ya rast, em li çar aliyên dinyayê belav bûn."

'DAÎŞ'Ê CAREKE DIN ROJÊN REŞ ANÎ'

Lucian Matosyan diyar kir, ew qirkirinê weke 'roja reş' bi bîr tînin û anî ziman, wan li Sûriyeyê ji xwe re jiyanek ava kir, lê bi hatina DAÎŞ'ê re ew 'roja reş' dîsa vegeriya. Matosyan got, "Di dema DAÎŞ'ê de em nikarîbûn biçin dêrê... Her tişt qedexe bû. Gelek malbat neçar man koç bikin. Hinekan jî ol guhertin."

BANGA VEGERÊ LI ERMENAN KIR

Lucian Matosyan da xuyakirin, bi rizgarkirina Girê Spî re ew ji nû ve li jiyanê vegeriyane û got, "Piştî ku Girê Spî hate rizgarkirin, me careke din dest bi jiyana azad a bi ola xwe re kir. Hêviya min ew e ku Ermenên ji neçarî koç kirine vegerin. Em dixwazin careke din bi hev re bijîn. Di navbera me de ti cudahî nîne. Cudhaiya Kurd, Ermen, Ereb nîne. Em hemû ji bo paşerojeke hevpar têdikoşin."

'EM Ê MAFÊN XWE YÊN KU TIRKIYEYÊ DESTESER KIRIYE BI DEST BIXIN'

Lucian Matosyan herî dawî bi zimanê Ermenî got, "Em ê ji bîr nekin. Em ê şehîdên xwe ji bîr nekin. Em ê milyonek û nîv şehîdên xwe ji bîr nekin. Em ê mafên xwe yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine desteserkirin bi dest bixin."

'MALBATÊN ME HATIN BELAVKIRIN'

Garo Ebulebutyan jî anî ziman ku malbata wî ji Rihayê hatiye koçberkirin û navê gundê wan Garmuş e. Garo Ebulebutyan got, "Ez ji Garmuşê me. Di dema komkujiyê de dal û pîrên me ji Rihayê koç kirin. Hatin li vir belav bûn. Bi giranî koçî Dêra Zorê kirin, piraniya wan winda bûn, ya mirin ya jî aqûbeta wan nediyar e. Yên mayî jî li gel eşîrên Ereban man."

Garo Ebulebutyan anî ziman ku kolana ew niha lê dimîne kolaneke Ermenan e û got, "Hemû şêniyên vê kolanê Ermen bûn. Piştî ku şerê Sûriyeyê dest pê kir piraniya wan koç kirin. Ya çûn Helebê ya jî Ermenistanê."

'PIŞTÎ DAÎŞ'Ê GELEK TIŞT GUHERÎN'

Ebulebutyan diyar kir, berê li Girê Spî zêdeyî 50 malbatên Ermen hebûn, lê belê bi hatina DAÎŞ'ê re piraniya wan koç kirin û got, "Di dema DAÎŞ'ê de em ditirsiyan ku ji ber dêrê jî derbas bibin. Piştî têkbirina DAÎŞ'ê em êdî diçin dêrê, duayên xwe dikin, findên xwe vêdixin. Dikarim bêjim ku 80 ji sedî guhertin çêbûye. Ev tiştekî gelekî xweş e."

'ÎNKARA DEWLETA TIRK DIDOME'

Garo Ebulebutyan li ser hin Kurdên ku tevlî komkujiya Ermenan bû got, "Belê, şaşitiya hin Kurdan jî çêbû. Ol û siyaset tevlîhev kirin û ketin xefika dewleta Tirk. Lê belê Kurd niha şaşitiyên xwe qebûl dikin. Ev nêzîkatiyeke gelekî baş e. Lê belê dewleta Tirk hîn jî înkar dike."

Garo Ebulebutyan herî dawî got, "Bila dewleta Tirk zanibe ku em ê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin. Em ê mafên xwe ji bîr nekin."