Erdogan işareta êrişa li ser Hesekê dabû

Kodên êrişa li ser girtîgeha Sînaayê çend meh berê ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan hatibû dayîn. Erdogan di 11’ê Cotmeha 2021’an de ji bo hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê gotibû ‘hêzên çalak ên li qadê’ û di 20’ê Çileyê de li ser Hesekê êriş hate kirin.

Di 20’ê Çileya 2022’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê bi hev re di heman kêlîkê de êrişî qadên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ev êrişên hemwext li Şêrawayê hate destpêkirin. Li Şêrawa li hemberî tevgera dagirker a li ser Efrînê çalakiyên protestoyê hatibû lidarxistin. Top avêtin qadê cihê yên Rojava û di heman êvarê de saet di 19.30’an de ji bo ku 5 hezar DAÎŞ’iyên di Girtîgeha Sînaa ya li Xiwêrana Hesekê birevînin, bi hucreyên veşartî êriş dan destpêkirin.

Hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê li ber deriyê girtîgehê wesayîta bombebarkirî teqandin. 3 tankêrên petrolê yên şîrketa El Cezîre şewitandin û xwestin bi çekên giran û şexsî têkevin girtîgehê. Piştre jî girtiyên DAÎŞ’ê qawîş şewitandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê reva bi komî ya çeteyan asteng kir lê hinek çeteyên DAÎŞ’ê yên girtî reviyan. Ji 20’ê Çileyê û vir ve şerê di navbera QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li hemberî hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê didome.

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li ser Hesekê re çeteyên xwe şand ber bi sînorê Til Temirê û di 21’ê Çileyê de jî saet di 15.30’an de bi droneyan li wesayîta Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê da, vê wesayîta leşkerî diçû alîkariya QSD’ê.

Di 22’ê Çileyê de jî bomberdûmana li ser gundên Eyn Îsayê zêde kirin û çeteyên Erdogan êrişî gundên Mealîk û Cehbelê kirin. QSD’ê êriş şikand lê dagirkeran wê rojê li ser hev Eyn Îsa bomberdûman kirin.

Ev êrişên ji bo xeniqandina rêveberiya Xweser di salvegera avakirina Rêveberiya Xweser a û dagirkeriya li ser Efrînê de hate hilbijartin, ev ne hilbijartineke tesadufî bû. Sala borî jî di heman wextê de li Deşîşa ya ku di bin dagirkeriya DAÎŞ’ê de mabû, du jinên Ereb ên rêveberên Rêveberiya Xweser a Deşîşayê hatibûn revandin û piştre hatibûn qetilkirin.

Êrişa ya li ser Hesekê ya ku di 20’ê Çileya 2022’an de hate destpêkirin û êrişên dewleta Tirk, gefên Serokkomarê Tirk Erdogan ku di meha Cotmehê de li hemberî qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû, tîne bîra mirov.

Dewleta Tirk piştî êrişên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji qadên ku dagir kiriye bi topan li qadên rêveberiya xweser a Şehba, Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê dide. Pê re jî bi drone û wesayîtên hewayî li fermandarên YPG, YPJ, gaziyên şer, welatparêz, ciwan û jinan dide.

ERDOGAN KODÊN ÊRIŞÊ DABÛ

Ev êriş têra Erdogan nakin û di 11’ê Cotmehê de daxuyanî dabû, gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwaribû û gotibû “Em ê gefên li vir tevî hêzên çalak ên li wir yan jî bi derfetên xwe ji holê rakin.”

Di 15’ê Cotmehê de jî gotibû “Tê têkoşîna me ji niha û şûnde bi awayekî cihê bidome” Erdogan di heman pêvajoyê de gef li Til Rifetê jî xwaribû.

Piştî van daxuyaniyên Erdogan di nav raya giştî ya herêmê û navneteweyî de fikar çêbûbû dibe ku dîsa êrişî qadên rêveberiya xweser were kirin. Erdogan di vê pêvajoyê de ji bo êrişeke dagirker a nû nekarî destûrê ji hêzên navneteweyî bistîne. Yan jî ev gotin ji bo tengkirina qada Rêveberiya Xweser, parçeyekî kirinên şer bû. Lê ev jî heye îlana Rêveberiya Xweser û kodên êrişên DAÎŞ-Tirkiyeyê yên di salvegera tevgera dagirker a li ser Efrînê de hatibû destpêkirin, di van êrişan de hebû.

Erdogan di 11’ê Cotmehê de qala ‘hêzên çalak ên li qadê’ kiribû. Di êrişên 20’ê Çileyê de derket holê ku Erdogan bi gotina ‘hêzên çalak ên qadê’ qala hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê dike û bi metodên cihê dewleta Tirk dixwaze êrişan bike û di heman demê de DAÎŞ’ê xurt bike û pê re jî derbê li Rêveberiya Xweser bixin.

FERHAT ŞAMÎ: TIRKIYEYÊ PLANA ÊRIŞAN KIRIYE

Hêzên Ewlekariyê çar roj in li hemberî hucreyên DAÎŞ’ê operasyonan didomînin. Fermandariya Giştî ya QSD’ê di 23’ê Çileyê de daxuyaniyek dabû û gotibû “Li gorî mikurhatinên hinek çeteyên êriş kirine, 200 êrişkarên ku wê çalakiyên bi bombeyî yên xwekuj bi kar bînin, beşdarî van êrişan bûne. Ev çete ji Serêkaniyê, Girê Spî û hinek jê jî Iraqê hatine û li Taxa Xiwêranê bi cih bûne.” Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhat Şamî jî diyar kir di demên pêş de wê mikurhatinên DAÎŞ’ê di çapemeniyê de belav bikin.

Hemû dinya dizane ku dewleta Tirk ji avakirina DAÎŞ’ê û heta niha ji bo geşbûna wê piştgiriyê dide DAÎŞ’ê, sînorên xwe ji çeteyên biyan ên DAÎŞ’ê re vedike. Gelek çeteyên DAÎŞ’ê yên ku QSD’ê ew girtine jî di vê meseleyê de li xwe mikur hatin.

Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhad Şamî di 22’ê Çileyê de jî daxuyanî dabû, diyar kiribû di 20-21’ê Çileyê de çeteyên dewleta Tirk li ser sînorê Til Temirê kom bûne û gotibû “Plana wan ev bû. Wê Hesekê were girtin. Li pişt Çiyayê Kezwanê wê xetek were vekirin. Xeta Til Temirê ji bo ku çeteyên dewleta Tirk vegerin pişt Hesekê wê wekî korîdorekê were bikaranîn. Wê dewleta Tirk bigota ne me, DAÎŞ’ê herêm girtiye. Ev êriş bi awayekî bi koordîne hatin kirin.”

Daxuyaniyên QSD û Şamî nîşan didin ku bi êrişa DAÎŞ’ê re li ser sînorê Til Temirê ji bo êrişê hêz hatine bicihkirin, dema ku DAÎŞ’ê Hesekê dagir kir wê dewleta Tirk jî vî tiştî ji xwe re bike hincet û bibêje ez li hemberî DAÎŞ’ê şer dikim û wê li ser Hesekê êrişeke dagirker bida destpêkirin. Tirkiye wê bi hinceta DAÎŞ’ê êrişî Hesekê bike, lê beşeke zêde yên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji girtîgehê reviyabûn wê ji ser Çiyayê Kezwanê biçûna Serêkaniyê û tevlî artêşa cîgir a Erdogan bibûna

BI ÊRIŞÊN DAGIRKER RE DAÎŞ XURT KIRIN

Dewleta Tirk di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji bo xeniqandina Şoreşa Rojava li qadê OSO, Îhvan, komên ENKS’ê, Cephet El Nusra û çeteyên DAÎŞ’ê bi kar anî. Dema ku dît ev hêzên wê yên wekîl têk çû, piştî 2016’an ew bi xwe kete qadê, hêzên xwe yên wekîl zindî hişt û ew wekî artêşeke cîgir bi kar anî.

Dewleta Tirk ji DAÎŞ û komên wekî DAÎŞ’ê ji bo OSO’yê çete kom kiribû, di dema pêngavên rizgarkirina Minbîc û Şehbayê yên di sala 2016’an de dît ku e çete jî têk diçin û di vê pêvajoyê de bi metodên cihê xwest pêngava Minbîcê sabote bike. Dema ku Pêngava Azadkirina Şehbayê jî bi serkeftî bi pêş ve çû, tevî Rûsyayê li hemberî Helebê Peymana Şehbayê kir û di 24’ê Tebaxa 2016’an de ji Cerablûsê dest pê kir û tevgera dagirkirina Şehbayê da destpêkirin. DAÎŞ’ê Cerablûs berda, gelek DAÎŞ’iyan unîformayên xwe guherandin, riha xwe jêkirin û tevlî nav çeteyên OSO’yê bûn. Dema ku QSD’ê hewl da gundên Babê ji DAÎŞ’ê rizgar bikin, Tirkiyeyê bi balefir û fuzeyan di Cotmeha 2016’an de li şervanên QSD’ê da. Dema ku QSD’ê pêngava rizgarkirina Reqayê didomand, di 25’ê Nîsana 2017’an de bi balefiran li biryargehên navendî yên YPG û YPJ’ê dan.

Dema ku QSD’ê bajaroka Hecîn a Dêrazorê rizgar dikir jî tevgera dagirker a li ser Efrînê hate destpêkirin. Dewleta Tirk bi van êrişên xwe re pêngava serkeftî ya li hemberî DAÎŞ’ê qels kir û DAÎŞ xurt kir.

Gelek çeteyên ji Baxozê derketibûn ji ANF’ê re axivîbûn û diyar kiribûn ku emîrên DAÎŞ’ê piştî sala 2017’an tevî qaçaxvanan çûne Îdlîb û Tirkiyeyê, Tirkiyeyê ev tişt teşwîq kiriye û derfet afirandiye. Hinek emîrên DAÎŞ’ê yên girtî û çavkaniyên taybet diyar kirin piştî êrişa li ser Efrînê hate destpêkirin, DAÎŞ’ê hin emîrên xwe û Ebû Bekir Bexdadî ji Dêrazorê derxistine. Bexdadî li gundê Barişa yê di bin kontrola Tirkiyeyê de yê li ser sînorê Îdlîb û Tirkiyeyê ji aliyê DYE hate kuştin. Ev jî diyar dike ku Tirkiye DAÎŞ’ê diparêze.

ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê REVANDIN Û NAVÊ WÊ KIRIN ‘OPERASYONA AZADKIRINÊ’

Di 21’ê Adara 2019’an de dema ku Baxoz hate azadkirin, DAÎŞ ji axa dawîn a di destê xwe de bû. Lê dîsa Tirkiye hat bi hewara DAÎŞ’iyan. Tirkiyeyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de li ser Serêkaniyê û Girê Spî tevgerên dagirker da destpêkirin, bi topan li Girtîgeha Eyn Îsa û derdora girtîgeha Qamişloyê da. Di girtîgeha Eyn Îsayê de 785 çeteyên DAÎŞ’ê hebûn. Çeteyên DAÎŞ’ê sûd ji van êrişan stendin û ji girtîgehê reviyan. Beşeke zêde ya çeteyan hatin girtin û beşeke zêde çeteyên DAÎŞ’ê yên ji girtîgeha Eyn Îsayê reviyabûn jî xwe gihandin hêzên dagirker.

Di heman pêvajoyê de çeteyên SMO êrişî kampa Eyn Îsa kirin. Di vê kampê de jinên DAÎŞ’î hebûn û ev jin revandin. Çeteyan vîdeoyên vî tiştî weşandin û ev tişt wekî operasyona rizgarkirinê nîşan dan. Li Kampa Holê ya ku 60 hezar kesên DAÎŞ’î lê hene, 3 sal in bi planên MÎT û ÎHH’ê jinên DAÎŞ’î direvînin Tirkiyeyê.

ARTÊŞA CÎGIR A BI DAÎŞ’IYAN: OSO-SMO

Herî dawîn bi êrişa li ser Girtîgeha Sînaayê re jî derdikeve holê ku plana êrişê ji aliyê Tirkiyeyê hatiye kirin û ligel ku artêş li dinyayê di lîsteya rêxistina terorê de ye, ev êrişeke berfireh e. Tirkiye çeteyên ji nav DAÎŞ’ê reviyane dixe nav SMO û di salên 2017-2018’an de jî rêveberên DAÎŞ’ê û serokçete jî xist bin kontrola xwe.

Wê ne şaş be ku Tirkiye bi vî tiştî re ji xwe re du artêşên cîgir ava kiriye. Tirkiyeyê beşeke çeteyên DAÎŞ’ê tevlî nav OSO û SMO kiriye û di destpêkê de bajarên Tirkiyeyê yên wekî Dîlok û Rihayê jî ji xwe re wekî kampê bi kar anî. Piştî ku beşeke axa Sûriyeyê dagir kirin jî li Cerablûs, Ezaz û Efrînê jî ev der rêxistin kirin.

ANF û Çapemeniya Azad li Ezaz, Cerablûs, Bab, Efrîn û herî dawîn li Serêkaniyê û Girê Spî gelek nûçeyên li ser çeteyên DAÎŞ’ê hatin weşandin. Ev çeteyên DAÎŞ’î yên unîformayên SMO li xwe kirine jî, navê wan, peywirên wan û wêneyên wan hatibû weşandin. Di Cotmeha 2020’an de çeteyên SMO yê di bin banê Tirkiyeyê de li Serêkaniyê alaya DAÎŞ’ê hildan, alaya Fransayê û wêneyên Macron şewitandin û vîdeoya vî tiştî weşandin. Ev çeteyên DAÎŞ’ê wekî fermandar û şervan tevlî êrişên li hemberî qadên rêveberiya xweser bûn û li van qadan ji bo teqîn û kaosê jî hucreyên veşartî bi rê ve birin.

EL SEBÎR RÊXISTINA DUYEM A CÎGIR BI RÊ VE DIBE

Piştî ku Bexdadî ji aliyê DYE li ser sînorê Tirkiyeyê hate kuştin, emîrê duyem ê rêxistinê Emîr Mevla Mûhammed El Selbî (Abdullah Kardaş) bi peywirdarkirina Tirkiyeyê artêşa duyemîn a cîgir hate avakirin. Mirov dikare bibêje ku êdî rêxistin bi temamî ketiye bin kontrola Tirkiye û MÎT’ê. Selbî li Tirkiyeyê DAÎŞ ji nû ve rêxistin kir û di 15’ê Mijdara 2019’an de li Dîlokê tevî 13 rêveberên payebilind ên DAÎŞ’ê civiyan.

ANF’ê di 13’ê Sibata 2020’an de bi sernavê ‘Serokê DAÎŞ’ê li Tirkiyeyê’ nûçeyek weşandibû û diyar kiribû ev biryar hatine stendin.

“*Li Sûriyeyê hucreyên ku Tirkiyeyê tevî çeteyên din ava kirine û hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê di serî de QSD di serî de divê êrişî hêzên demokratîk û sivîlan were kirin. Di heman demê de divê êrişî rejîmê jî were kirin.

*Divê çeteyên DAÎŞ’ê ji El Cezîre ya Iraqê ku di navbera wîlayetên Selahattîn, Nînova û Anbarê de ye, were şandin.  Hin endamên DAÎŞ’ê yên ji Sûriye û Tirkiyeyê û ‘mûhacir’ên ku wê ji Ewropayê werin Tirkiyeyê jî divê bişînin vir.”

Piştî wê dîrokê êrişên DAÎŞ’ê yên li hemberî Sûriye û Iraqê zêde bû. Wezareta Karên Derve ya DYE di 17’ê Çileya 2021’an de ‘Rapora Terorîzm’ê weşand û got “Tirkiye ji bo kesên dixwazin tevlî nav çeteyên komên wekî DAÎŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê bibin û ji bo şervanên terorîst ên biyan ku dixwazin ji van welatan derkevin jî bûye çavkanî û welatekî transît.”

RÊVEBERIYA XWESER Û QSD BI TENÊ HATIN HIŞTIN

Tirkiye berpirsê êrişa li ser Hesekê ye ya ku bi destê DAÎŞ’ê hate kirin. Hêzên navneteweyî yên ku derbarê têkiliya Tirkiye û DAÎŞ’ê de di destê wan de gelek belge hene jî çavê xwe ji van êrişan re girtin. Van hêzên navneteweyî û welatên dinyayê di warê girtiyên DAÎŞ’ê de jî rêveberiya Xweser bi tenê hiştin.

Baxoz ji aliyê QSD û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî hate azadkirin. Di dema azadkirina Baxozê de kesî texmîn nedikir ku ev qas çete li vê qada biçûk de bi cih bûne. Di vê pêvajoyê de ji 54 welatên cihê 7 hezar DAÎŞ’î ji aliyê QSD’ê hatin girtin an jî teslîm bûn. Girtîgehên li qadê nekarîn ji bin vî barî rabin, ji ber vê jî 5 hezar çete xistin Girtîgeha Sînaa ya ku berê dibistanek bû.

Rayedarên QSD û Rêveberiya Xweser 3 sal in bang li welatan dikin ku bila werin ev hemwelatiyên xwe yên çete bibin û heta ku ev çete neyên darizandin bi awayekî qelebalix li ba hev in, gelekî xetere ye. Rêveberiya Xweser pêşniya li welatan kir ku bila dadgeheke navneteweyî ava bikin an jî bila her welat were hemwelatiyên xwe bibin. Di vî warî de xebatên dîplomatîk kirin. Lê welatan guh nedan van bangên rêveberiya xweser.

HELWESTA DEWLETÊN DINYAYÊ CESARET DA TIRKIYE Û DAÎŞ’Ê

Çeteyên DAÎŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk gelek êriş birin ser Girtîgeha Sînaa ya ku gelek çeteyên DAÎŞ’ê tê de hene. Çeteyan îsyan kirin û hewl dan bi komî birevin. Di 12’ê Cotmeha 2019’an de dema ku Tirkiyeyê êrişî Serêkaniyê kir, hucreyên  veşartî yên DAÎŞ’ê bi wesayîtên bombebarkirî êriş kirin. Piştre jî çeteyên DAÎŞ’ê bi êrişên bi motorbisiklêtan êrişî girtîgehê kirin.

Çeteyên di girtîgehê de di 29’ê Adara 2020’an de, di 2’ê Gulana 2020’an de, di 29’ê Hezîrana 2020’an de, di 8’ê Îlona 2020’an de, di 30’ê Çileya 2021’an de, di 27’ê Cotmeha 2021’an de li girtîgehan îsyan kirin û xwestin bi komî birevin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê pêşiya van hewldanan girt.

Dewla Tirk ji kampên ku malbatên çeteyan lê ne, bi organîzasyona MÎT û ÎHH’ê jinên DAÎŞ’ê revand û ev wekî ‘operasyona azadkirinê’ pêşkêş kir. Dewletên dinyayê bêdeng man û li hin cihan bi rêya çapemeniya xwe bûn şirîkên vî tiştî, bi vê re jî cesaret dan dewleta Tirk û DAÎŞ’ê.

Dewleta Tirk û DAÎŞ’ê ev bêdengî ji xwe re kir firsend, rêxistinkirina hucreyan û plansaziya li hemberî girtîgehan û Kampa Holê berfireh kir. ANF’ê di 4’ê Kanûna 2021’an de nûçeyeke bi navê ‘Derb li tora MÎT’ê ya li Kampa Holê hate xistin’ nûçeyek weşand. Çeteyan dema ku dixwestin çek û cebilxaneyan bişînin Kampa Holê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ev çete girtibûn û planên Tirkiyeyê deşîfre kiribû. Çeteyan gotibûn ‘Çek û cebilxane ji Girê Spî hat. Wê hê jî werin. Di vî warî de tevgereke mezin heye.’

Di encamê de mirov dikare bibêje ku plansaziya DAÎŞ û Tirkiyeyê bi ser neket. Lê dibe ku siberojê de li Kampa Holê jî êrişeke wisa pêk were. Welatên dinyay heke li hemberî vê lîstika dewleta Tirk helwesta xwe zelal nekin wê ne bi tenê xisar bigihêje qadên rêveberiya xweser û wê ev çete ji aliyê Tirkiyeyê li hemû welatan were belavkirin. Çawa ku ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hinek çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê Tirkiyeyê ber bi Lîbya û Qeredaxê hatin şandin, sibe roj jî dibe ku bi awayên cihê li welatên din ên dinyayê jî werin peywirdarkirin.