Endamên DAÎŞ’ê yê li girtîgehên Hesekê îsyan kirin
Piştî binketina Baxozê nêzî 5 hezar DAÎŞ’yên li girtîgehên Hesekê îsyan kirin.
Piştî binketina Baxozê nêzî 5 hezar DAÎŞ’yên li girtîgehên Hesekê îsyan kirin.
Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, di saetên êvarî de girtiyên DAÎŞ’ê xwestin endamên parastinê yên girtîgehê dîl bigirin.
Çeteyên ku bi ser neketin, ziyaneke mezin ya maddî dan girtîgehê.
Bi mudaxeleya hêzên QSD’ê heta seat 21:00’an berdewam kir.
QSD’ê tedbîrên parastinê yên ji derve zêde kirin. Hat dîtin ku balafirên Koalisyona Navnetewî li ser Kantona Hesekê û li ser girtîgehê geriyan.
Endamên Rêveberiya Xweser berê jî bi çendîn caran hişyarî dane hêzên navnetewî ku girtîgeh tehdîdan çêdike.