Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya endamekî xwe yê li Reqayê şehîd bû eşkere kir.
Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Şehîd mizgîniya şînbûna gulekî li baxekî şewitî ye. Şehîd ewrekî ronî ye li welatekî tî û westiyayî, ta ku baran bibare û jiyan careke din destpê bike. Erê, çîroka Kurdistan û şehîdên azadiya wê wiha ye. Ji bo gelekî ku ji xewa giran a mirinê şiyar bûye û ji bo şerê azadiyê gav avêtiye, şehîd mezintirîn nîşaneya destpêkirina jiyanê ye. Şehîd sembola şiyarbûn, têkoşîn, fedakarî û hêviya serketinê ye. Gelê Kurd ku di encama êrîşên dijwar ên dewletên dagirker û zilma hovane de ber bi têkçûyînê ve diçû, hêviya jiyan û azadiyê di kesayeta şehîdên xwe de peyda kir."
JI BO AGAHDARKIRINA RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ, GELEKÎ HEWL DA
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) eslê xwe ji navçeya Elbîstan a bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê ye û hat gotin, "Piştî koçberiya malbata wî ber Ewropayê li paytexta Îngilîtan Londonê mezin dibe. Ji destpêka ciwantiya xwe ve xebatkarekî dijî kapîtalîzm û çalakvanê mafê mirov û mafê gelê Kurd bû. Bi taybetî, piştî komkujiya 3'ê Tebaxa 2014 li Şengalê hevalê Fîraz di agahdarkirina civaka Kurd û biyanî de li derveyî welat xebateke bê westandin dabû meşandin."
Navendê diyar kir, ku malpera Kurdish Question (Pirsa Kurd) a ku mijarên gelê Kurd û etnîkên din dişopand ji aliyê Fîraz Dag hatibû avakirin û birêvebirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li zanîngehê de derhênertî xwendibû û beşdarê dewreyên nivîs û wêje bibû. Hejmarek kurtefîlm kîşandibû, kurteçîrok çap kiribû û komek ji helbestan wergêr kiribû. Li ser malpera Kurdish Question bi giranî li ser rojeva gelê Kurd dinivîsand û nirxandin dikir.
JI FÎRAZ BANGA YEKÎTIYÊ: SÎSTEMÊN ME BINDEST DIKIN HEVGIRTÎ NE, DIVÊ EM JÎ LI DIJÎ WAN HEVGIRTÎ BIN
'Sîstema ku me diperçiqîne cîhanî ye, pergalên ku me bindest dihêlin hevgirtî ne û bi hev re di nav hevkariyê de ne. Lewma pêwîste em jî li dijî wan sîsteman hevgirtî û hevkar bin', şehîd Fîraz bi vê gotina xwe bang li hemû gelên bindest dikir ku yekitiya xwe ava bikin.
JI NAVA DILÊ KAPÎTALÎZMÊ BERÊ XWE DA ÇAVKANIYA FIKRÊN AZAD
Fîraz ê ku dilê wî bi azadiyê re hevaheng lê dida, hesreta azadiyê li Kurdistanê hîs kiribû, welatparêzî di asta herî bilind de dijiya, tevî ku li derveyî welat bû ew ruhê xwe zindî hiştibû û ti carî ji nasnameya xwe qut nedibû. Têkoşer Fîraz nasname û paşeroja xwe di tevgera azadî û fikrên rêber Apo de dîtibû. Ew di lêgerîna jiyana azad de bû û rêber Apo rêya herî bedew nîşanê wî dabû. Fîraz di dilê sîstema kapîtal de li Inglîstanê mezin bibû, çi tiştekî derveyî şoreşgertiyê nedikarî wî rizgar bike, lewma ber bi çavkaniya fikrên azad, ber bi welat hat. Ciwanê ku jiyan û kar li welatê bêgane hêjayê xwe û welatê xwe nedidît, xwest ku vê şoreşê bi qelem û dûrbîna xwe qeyd bike û bike para dîrokê.
Şoreşa civakî û siyasî ya Rojavayê Kurdistanê, di heman demê de êrîşên dagirker û hêzên paşverû bersivek mezintir pêwîst dikir, ji bo vê yekê jî hevrê Fîraz xebatê li derveyî welat têrê xwe nedidît û xwest ku dakeve qada welat. Bi taybet piştî êrişa 25’ê Nîsanê 2017 ya dewleta dagirker a Tirk li ser çiyayê Qereçox biryara hatina xwe da. Li Qereçox endamên ragihandina YPG şehîd bibûn û hevrê Fîraz ji bo girtina cihê wan bi ruhekî dilxwaz bi hawara gelê xwe ve hat û di karê ragihandinê de hewl da ku bê-edaletiya der heqê gelê Kurd de bi dinyayê bide naskirin. Fîraz bi liberxwekirina cilê YPG û hilgirtina çek û kameraya xwe dîmenek xweşik ji mirovahî û azadiyê resm kiribû, dîmenekî ku heta dawiyê wê her bimîne."
Navenda Ragiandinê diyar kir, hevrêyê wan Fîraz fîlm û berhemên xwe bi zimanê Înglîzî çêdikir ta ku hemû cîhan bi rastiya Şoreşa Rojava bihese û dagirkeriya li ser civaka gelê Kurd ji dinyayê re bide naskirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Kişandina bi dîmen ya jiyana şervanan, aliyê wan yên însanî, civakî, demokratîk, çandî û exlaqî şev û rojên şehîd Fîraz kiribû yek. Herî dawî hevrê Fîraz berê xwe da du pêngavên dîrokî yê li Reqa û Dêra Zorê. Li wir jî kameraya wî kêlî bi kêliya lehengtiya şervanan û rizgariya gelê bindest teswîr dikir.
Di sihara 26’ê Îlonê de dema heval Fîraz li Reqayê li ser xebat bû di encama êrîşekî dijwar ya DAIŞ’ê gihişte şehadetê.
KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD A JI XELÎL DAG WERGIRT, LI ROJAVA BI CIH ANÎ
Şehîd Fîraz kevneşopiya çapemeniya azad a ji Xelîl Dag wergirt, di Şoreşa Rojava de bi rengekî çalak bi cîh anî. Di demeke kurt de dilê şervan û hevrêyên xwe de cih girt û ji aliyê her kesî ve hate hezkirin. Di her şert û mercên jiyanê yê herî zehmet de, di nava çeperên şervanan geriya û her kêliya hest, kelecan û hêrsa şervanan kişand kamerayê. Bû yek ji wan kesan ku, ruhê pêngava serdema nû ya têkoşîna azadiya Kurdistanê ji cîhana derve re ragihand.
Em soz didin ku di serdemeke bi vî rengî de em ê xwedî li xeta hevrêyên xwe derkevin; bi vî rengî bimeşin, têbikoşin û bi ser bikevin. Li ser rêya hevrê Fîraz; di xeta çapemeniya azad de, em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Em şervanên azadiyê yên Kurdistanê; di vê têkoşînê de bêguman em ê bi ser bikevin. Ji ber ku felsefeya me ya jiyanê, şerê ji bo jiyana azad e. Berxwedana li dijî zilma zalim e. Heta ku ev felsefe hebe, wê ti zalim nekarin bi ser bikevin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Fîraz Dağ
Navê Rast: Mehmet Aksoy
Navê Dayikê: Zeynep
Navê Bav: Kalender
Cihê Ji Dayikbûyînê: Malatya 1985
Cih û Dîroka Şehadetê: 26-09-2017 Reqa