'Em soza ku me daye gelên xwe pêk tînin'
Ji fermandarên Eniya Serêkaniyê ya QSD'ê Baz Kerkûkî got, "Li dijî dagirkerên ku dixwazin welatê me dagir bikin û gelên me êsîr bigirin, me heta niha bi berxwedana xwe derbeke giran li dagirkeran dane."
Ji fermandarên Eniya Serêkaniyê ya QSD'ê Baz Kerkûkî got, "Li dijî dagirkerên ku dixwazin welatê me dagir bikin û gelên me êsîr bigirin, me heta niha bi berxwedana xwe derbeke giran li dagirkeran dane."
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker doh êvarê bi balafirên şer dest bi êrîşa dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji Minbicê heta Dêrikê li qada sînor bersivê didin dagirkeran.
Fermandariya Giştî ya QSD'ê beriya çend rojan bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî êrîşeke gengaz a dewleta Tirk a lid ijî herêmê, wê li tevahiya xeta sînor bersivê bidin.
Ji fermandarên Eniya Serêkaniyê ya QSD'ê Baz Kerkûkî der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana QSD'ê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şer rû nede gelekî hewl da lê belê dewleta Tirk ev yek weke lawaziyê dît.
'ME DERBÊN GIRAN LI DAGIRKERAN DAN'
Kerkûkî anî ziman ku wezîfeya wan parastina şoreşê ye û got, "Ji bo rûnedana şer me gelekî hewl dan, lê belê ji ber ku wan di şer de israr kirin, em jî bi wezîfeya parastina gelê xwe tevdigerin. Li dijî dagirkerên ku dixwazin welatê me dagir bikin û gelên me êsîr bigirin, me heta niha bi berxwedana xwe derbeke giran li dagirkeran dane."
'HÊZÊN ME BI MORALEKE MEZIN LI BER XWE DIDIN'
Kerkûkî bi bîr xist ku wan beriya niha ragihandin wê li seranserê xeta sînor li ber xwe bidin û got, "Hêzên me ji sînorê Minbicê heta Dêrikê li ber xwe didin û bersivê didin dijmin. Hêzên me bi moraleke mezin li ber xwe didin. Moralê me mezin e, şervanên me mîna ku govendê bigerînin li ber xwe didin."
BANGA LI GELÊ KURD
Kerkûkî got, "Dixwazin îradeya me têk bibin. Lê belê em ê nehêlin ku vê yekê bikin. Ew ji teknîka xwe piştrast bin, em jî bi îrade û mafdariya xwe li ber xwe didin." Kerkûkî bang li tevahiya gelê Kurd kir ku wezîfeya xwe ya dîrokî pêk bînin û got, "Divê em bi hemû derfetên xwe li destketiyan bibin xwedî. Divê em mîna Komara Mahabadê li naverastê nehêlin. Wezîfeya herî mezin a welatparêziyê bi vî rengî ye. Ev yek wezîfeya me hemûyane."
Kerkûkî herî dawî destnîşan kir ku ew soza xwe ya parastina destketiyên gelên herêmê pêk tînin û got, "Bila gelê me, Kurd, Ereb, Suryan û tevahiya gelê me zanibin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê destketiyan biparêzin. Em li pey soza xwe ne ku me ji bo parastina gelê xwe dabûn gelê xwe."