'Em giringiyeke mezin didine destûbiratiya bi Kreûzbergê re''

Hevşaredara Dêrikê Rojîn Çeto got ew giringiyeke mezin didine peymana şaredariya destûbira ya ku bi şaredariya Frîedrîchshaîn-Kreûzbergê ya Berlînê re danîne û got, ''Em ê tecrûbeyên xwe yê modêla xwerêvebriyê bidin''.

Pira dostaniyê ya di navbeyna Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê û Frîedrîchshaîn-Kreûzbergê ya Berlînê, ku ev demeke dirêj didomin, heftiya bihurî bû fermî.  Pêvajoya ku şaredariya destûbira ya di navbeyna du jîgehan de ji mêj ve dest pê kiribûn û peymana destûbiratiyê ya ku li meclîsên şaredariyan hate îmzekirin, Sêşema heftiya bihurî bi tevlêbûna şaredaran hatibû îmzekirin.

Ne tenê li Elmanyayê, cara pêşî ye ku şaredariyeke li Ewropayê şaredariyeke Rojava pêvajoya şaredariya destûrbiratiyê dide destpêkirin. Giringiya vê peymana ku hatî îmzekirin ji bo şaredariya Dêrikê çiye? Nemaze jî ev du şaredarî ji niha û pê de wê çi xebatên hevpar bikin?

Tê payin ku bi çarçoweya peymana şaredariya destûrbira ya ku bi helkefta Komeleya Bajêr a Destûbiratiyê ya Friedrichshain-Kreuzberg ya li seroktiya Elke-Dangeleteîtê hatî hazirkirin, nexasim Şaredariya Frîedrîchshaîn-Kreûzbergê destekê bide qadên sosyal, tendiristî, perwerdehî û aborî ya Dêrikê.  Şaredariya Dêrikê jî wê alîkariyê bide pêvajoya entergrastonê ya penaberÊn Rojavayî û Sûriyeyî yên li F. Freuzbergê.

Jixwe li du jîgehan jî pirçandî bala mirov dikişîne. Gelek koçberên ku di nav wan de gelek Kurdistanî jî hene li Kreûzbergê dijîn, her wiha li  Dêrikê jî gelek etnîk û kom hene. Hevşaredarên Dêrikê Rojîn Çeto û Feremez Hemmo ji ANF'ê re axivîn, diyar kirin ku ew giringiyeke zêde bi vê peymanê didin û behsa xebatên hevpar kirin ku wê bi hev re bikin.

ÇETO: EM Ê MODÊLA XWERÊVEBERIYÊ VEBÊJIN

Çeto diyar kir ew peymana destûbiratiyê diyarî kedkarên şaredariyê, malbatên şehîdan û gelê Rojava dikin, got, ew giringiyeke mezin bi vê didin û ji niha û pê de wê bi hev re bixebitin.

Çeto got 2012'an piştî şoreşa li Rojava bi çarçoweya paradîgmaya neteweya demokratîk li Dêrikê ya bi ser Kantona Cizîrê de Kurd, Ereb û Sûryaniyan bi hev re xwerêberî danîne û domand, ''Hevalên Elman ev modêla me ya rêveberiyê meraq dikir. Nexasim dixwazin hîn bibin ku dema li aliyekî şerê 7 salan ê li dijî çeteyan hebû, çawa bê navber wan xizmeta şaredariyê kirine. 

Çeto got du şaredarî li ser gelek aliyan wê bi hev re alîkar bin û domand, ''Pêşî, em ê tecrûbeyên xwe bi hev re par ve bikin, gelek tişt hene ku têkilî şaredariyê em ê ji hev hîn bibin. Piştre jî em ê  projeyên hevpar deynin.''

HEMMO: EV SERKEFTIN BI ŞEHÎDAN BÛ

Hevşaredar Feremez Hemmo jî got beriya bi 7 mehan şandeyeke Elman serdana wan kirine û got, ''Hevalên Elman rasteqîniya Rojava li Dêrikê dîtin û jê karîger bin. Dema ku hatin jî çavdêriyên xwe wan li ser şaredariyê bûn. Bi vî rengî xebat zûtir bûn. Hemmo diyar kir, şaredariyeke Rojava cara pêşî ye ku bi şaredariyeke Ewropa re dibe destûbira û ew ê dest bi danîna projeyên hevpar bikin.

Hemmo got, ''Ji bo me pir girîng e ku em gelê Elman re ku yek ji gelê dêrîn Ewropayê ye, bibin bira. Ev serkeftin helbet bi keda şehîdan ku 8 salan li dijî çeteyên herî hov me şerê wan kir. Bi berxwedana ku bi salan me dayî li qada dinê bi serbilindî em digerin û gelên  cîhanê jî dixwazin me nas bikin û bi me re bibin bira. Şaredariya Kreûzbergê jî bi vê çarçoweyê dixwaze di şexsê şaredariya me de bi gelê me re, ku siyaseta cîhanê ji bîr kiriye, bibe bira.''

'DIVÊ DI DORÊ DE ŞAREDARIYÊN DIN ÊN KURDISTANÊ HEBIN'

Parlamenterê Partiya Çepgir a Eyaleta Berlînê Hakan Taş jî got, ji ber peymana di navbeyna du bajaran de pîrozbahî da û got, projeyên ku şaredariya Dêrikê bike ji hêla şaredariya Kreûzbergê û Krezbergiyan ve were destekkirin û got, ''Em dibêjin ku ev ya pêşî ve û dewama wê were. Em hêvî dikin ku pêvajoya bi şaredariyên din ên Kurdistanê re jî dest pê bike.''