Em ê rê nedin dagirkeriya Tirkiyeyê

Fermandarê Giştî yê Lîwa Şîmal Demokratîk Ebû Omer Îdlibî diyar kir, ku Tirkiye dewleteke terorîst e û got, "Em ê ti carî nehêlin ku Tirkiye Îdlib, Efrîn û Şehbayê dagir bike. Em ne Astanayê qebûl dikin, ne jî dagirkeriyê."

Lîwa Şîmal Demokratîk, hêzeke demokratîk e ku ji aliyê gelê Îdlibê ve hatiye avakirin û baskên xwe yên leşkerî û siyasî hene. Endamên Lîwa Şîmal Demokratîk, ku hema hema hemû endamên wê ji gelê Ereb pêk tê, sala 2014'an ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk neçar man ji Îdlibê birevin Efrînê.

Li Îdlibê xwe ji nû ve komî ser hev kir û di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li dijî DAIŞ'ê, çeteyên Nûsra, Artêşa Azad û Artêşa Tirk dest bi şer kir. Fermandarê Giştî yê Lîwa Şîmal Demokratîk Ebû Omer Îdlibî ji ANF'ê re qalê kir, bê Tirkiye bi destê çeteyên xwe çawa êrîşî welatparêzên Îdlibî dike; hêzên wan li Efrînê xwe çawa ji nû ve bi rêxistin kirin û dagirkirina Îdlibê ji aliyê dewleta Tirk ve, ku di encama lihevkirina bi Nûsra re pêk anî, nirxand.

Ebû Omer anî ziman, ku heta dewleta Tirk berê çeteyên xwe bide wan, li Îdlbê wan li dijî hemû êrîşên rejîmê li ber xwe didan û got, "Sala 2014'an, çeteyên Cephet El Nûsra, Siqur Şam bi rengekî giran êrîşî me kirin û em neçar man hêzên xwe ji Îdlibê vekişînin. Em baş zanin, ku dewlet Tirk berê cîhatperestan dabû me. Wê wextê, îstîxbarata Tirk hem li nava van koman, hem jî li Îdlibê bi rehetî digeriyan."

'REJÎMÊ EM NEÇAR HIŞT KU RAHÊJIN ÇEKÊ'

Ebû Omer bi bîr xist, Îdlib yek ji bajarên destpêkê ye ku dest bi şoreşa Sûriyeyê kir, lê belê hem ji ber şîdeta rejîmê, hem jî ji ber komên çekdar ên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê li Îdlibê gelek êş hate kişandin. Îdlibî da zanîn, rejîma Baasê gundên Îdlibê bombe kir, şewitan û gel neçar hişt ku gundan biterikîne û got, "Li Îdlibê yên destpêkê ji bo şoreşê kete nava liv û tevgerê gelê Cebel Alzawiye bû. Gelê Îdlibê di destpêka şoreşê de bi rengekî bê çek dimeşiya û daxwaza azadiyê dikir. Hêzên rejîmê jî gule li me direşandin. Piraniya gelê Îdlibê yê niha li Efrînê ye, bi rengekî bê çek dimeşiya. Gelê Îdlibê yê dilpak, ku daxwaza azadiyê dikir, bi rengekî demokratîk rabû serhildanê. Lê belê rejîmê êrîş kir û em neçar hişt ku rahêjin çekan û li dijî wan şer bikin."

'ME GELEK GUND JI REJÎMÊ RIZGAR KIRIN'

Ebû Omer Îdlibî diyar kir, ku ji bo gel ji êrîşên rejîmê biparêzin, wan li Cebel Alzawiye yekemîn hêza xwe ya çekdarî ava kirin û wiha dewam kir: "Me navê Lîwa Tecemmu Ahrar û Zawiye li hêza xwe kir. Hemû endamên vê hêzê ji gelê Îdlibê bû û yekane armanca me parastin bû. Wê wextê, di destpêka sala 2012'an de me Celbe Alzawiye ku ji 34 gundan pêk dihat diparast û nedihişt ku hêzên rejîmê bikevin vê herêmê. Lê belê rejîmê piştre bi tank, top, balafir û hêzeke mezin êrîş kir. Û li Cebel Alzawiye komkujî kir.

Em 8 mehan li derveyî Cebel Alzawiye man, lê me hêzeke mezintir a leşkerî ava kir û bi çekên giran, sala 2012'an ji nû ve ketin vê herêmê û me ji rejîmê rizgar kir. Wê demê Celbel Alzawiye bû yekemîn navçe ku ji rejîmê hate rizgarkirin. Aramnca me ew e bû, ku gelê xwe ji zilmê rizgar bikin. Gelê me ji me hez dikir û tevlîbûn zêde bû. Wê wextê hejmara me zêde bû û me piraniya gundên Îdlibê rizgar kir. Rejîmê dîsa êrîş kir, lê em dikarîbûn bi rejîmê."

'TIRKIYEYÊ BI DESTÊ CÎHADPERESTAN ÊRÎŞÎ ME KIR'

Ebû Omer Îdlibî ragihand, ku dema li dijî rejîmê şer dikir, dewleta Tirk hêzên weke Siqur Şam, Cephet El Nûsra û DAIŞ derxist hemberî wan û got, "Wê wextê, rejîmê çiqasî êrîş dikir jî me li dijî rejîmê dikarîbû şer bikira. Heta ku Tirkiye hişyar bû û hêzên Îslamî û Turkîstanê derxist pêşiya me. Sala 2012'an, hejmara van hêzan li Îdlibê kêm bû. Yekemîn hêza leşkerî ya ku Tirkiyeyê wê wextê ava kir Siqur Şam bû. Siqur Şam dema diket nava Îdlibê alên reş hil dida. Me wê demê li ser dîwaran jî nivîsand. Em teqez wan hêzên leşkerî yên bi alên reş, ku Tirkiyeyê şandî, qebûl nakin û li dijî wan in.

Ji sala 2013'an û pê ve çeteyên cîhadperest ên Tirkiyeyê êrîşî welatparêzên Îdlibî û me kirin. Me li dijî rejîmê şer dikir, lê DAIŞ, El Nûsra û çeteyên mîna wan êrîşî me dikirin. Hêza Tecemmu Ahrar'û Zawiye, hêza pêşî bû ku li mintiqeya Dergûş a Îdlibê li dijî DAIŞ'ê şer kir. Di şerê Dergûşê de ez jî fermandarê wan bûm. Me Cisur Siqur wê wextê rizgar kir. Lê belê dema ku me li dijî DAIŞ'ê şer dikir, ji pişt ve Cephet El Nûsra êrîşî me kir.

Sala 2014'an çeteyên weke Cephet El Nûsra, Siqur Şam bi rengekî giran êrîşî me kirin û em neçar man hêzên xwe ji Îdlibê derxînin. Em baş pê zanin ku dewleta Tirk bi destê cîhadperestan êrîşî me dikir. Wê wextê îstixbarata Tirk hem di nava van koman de hem jî li Îdlibê bi rehetî digeriya."

XWE LI EFRÎNÊ GIRTIN

Sala 2014'an, gelek hêzên çekdar ên li Îdlibê ji ber êrîşên cîhadperestên paşmêrên wan Tirkiye ne, neçar man ji Îdlibê derkevin. Beşek ji van xwe li Tirkiyeyê girt. Beşek ji Ahrar û Zawiye jî, bi fermandarên Cephet El Ekrad re têkilî danîn û xwe li Efrînê girtin.

Ebû Omer Îdlibî qala vê pêvajoyê û sedemê xwegirtina li Efrînê vegot: "Bi rêya telefonê bi fermandarê Cephet El Ekrad Salih Çepo re axivîm û ji bo leşkerên me xwe li Efrînê bigirin, me li hev kir. Ji ber ku nêrîna me û ya PYD'ê weke hev bû, me dixwest xwe li Efrînê bigirin. Me dixwest, gel bi hev re bi rengekî azad û biratî bijîn. Li gelemperiya Sûriyeyê, tenê PYD bi vî rengî difikirî."

'BI KURDAN RE ME LI DIJÎ NÛSRA Û DAIŞ'Ê ŞER KIR'

Ebû Omer Îdlibî rewşa xwe ya li Îdlibê û ji nû ve destpêkirina şer vegot: "Piştî ku em derbasî Efrînê bûn, em çûn cem Cephet El Ekrad, li gundên nêzî wan bi cih bûn. Me bi Cephet El Ekrad re têkilî danî bûn û bi vî rengî derbasî Efrînê bûbûn. Ji ber ku li Îdlibê çi bi serê me hatibû, dibe ku rewşek jê girantir li Şehbayê bi serê wan ve hatibû.

Li wê derê me bi fermandarê Cephet El Ekrad Hecî Ehmed re têkilî danî. Me xwe ji nû ve komî ser hev kir û weke hêzeke leşkerî xwe ji nû ve bi rêxistin kir. Piştî wextekê me navê xwe kir Lîwa Şîmal Demokratîk. Di Adara 2015'an de me tevî hêzên din û Cephet El Ekrad, Ceyş El Siwar ava kir. Di Cotmeha sala 2015'an de me cihê xwe di nava hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de girt. Di 29'ê Mİjdara 2015'an de me gundên Meryemîne û Înneb rizgazr kirin û ev der êdî bûn navendên me. Ji aliyekî ve me jî me Efrîn parast."

LI REQAYÊ JÎ ŞER DIKIN

Lîwa Şîmal Demokratîk, piştî ku QSD rizgar bû ji nava Ceyş El Siwar derket û weke hêzeke serbixwe cihê xwe di nava QSD'ê de girt. Tevî Ceyş El Siwar û hemû pêkhateyên din ên QSD'ê, di operasyonên rizgarkirina Şehbayê de cih girt.

Îdlibî destnîşan kir, ku ew amade ne li hemû herêmên Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê û rêxistinên çete yên weke wan şer bikin û got, "Beriya 6 mehan weke Lîwa Şîmal Demokratîk me hêza xwe şand Reqayê û li gel xwişk û birayên xwe li dijî DAIŞ'ê me dest bi şer kir. Heta roja îro jî hêzên me li wir li dijî DAIŞ'ê şer dikin." Hevrêyên wî dibêjin, Ebû Omer ku bi gopal dimeşe, di pêngava rizgarkirina Reqayê de ji lingê xwe birîndar bûye.

'EM XWE BI NÊRÎNA RÊBER ABDULLAH OCALAN BI RÊXISTIN DIKIN'

Ebû Omer Îdlibî di dewama axaftina xwe de diyar kir, ku hatina wan a Efrînê ji aliyekî din ve jî ji bo wan bûye mîladek û destnîşan dike, ku li Efrînê wan nêrîna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nas kirine. Ebû Omer hemû parêznameyên Ocalan xwendiye û ji dil ve dilsozê wî ye.

Ebû Omer Îdlibî da zanîn, ku ew hêzên xwe bi felsefe û paradîgmaya Ocalan bi rêxistin dikin û got, "Armanca Lîwa Şîmal Demokratîk, mîna ku Rêber Abdullah Ocalan jî dibêje, azadiya tevahiya Sûriye û Rojhilata Navîn e. Em dixwazin Sûriyeyê ji rejîma otorîter, ji çeteyên DAIŞ, Nûsra û yên mîna wan rizgar bikin.

Min heta niha Rêberekî bi vî rengî nebihîst û nedît. Projeyên ku wî daniye holê, ji bo hemû galen e, ji bo paşeroja gelê Ereb e. Yek ji armancên me jî belavkirina nêrînên Rêber Apo ye. Di çarçoveya nêrînên wî de em dixwazin jiyana xwe demokratîk bikin, azad bikin. Ji ber vê yekê me komunên xwe ava kir. 3 komunên me hene. Em karê siyasî jî dimeşînin. Komunên me bi sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin. Înşaleh em ê rojekê Îdlibê rizgar bikin û vê sîstemê li Îdlibê jî bi cih bikin."

'TIRKIYE HÊZEKE DAGIRKER Û TERORÎST E'

Ebû Omer û hêza wî Lîwa Şîmal Demokratîk gelekî bi hêrs in, ku Tirkiye ji bo dorpêçkirina Efrînê ketiye nava Îdlibê. Lîwa Şîmal Demokratîk, ku ji ber êrîşên çeteyên Tirk neçar ma ji Îdlibê derkeve, her roj li Şehbayê li dijî êrîşên çeteyan li ber xwe dide û Şehbayê diparêze.

Ebû Omer Îdlibî, ku dewleta Tirk û çeteyên wê baş dinase, li ser plana Tirkiyeyê ya ketina nava Îdlibê wiha dibêje: "Di encama lihevkirina Rûsya, Tirkiye û Îranê de, Tirkiye di bin parastina Cephet El Nûsra de kete nav Îdlibê û li 3 nuqteyên li hemberî Efrînê bi cih dibe. Tirkiye îdîa dike ku bi hinceta ewlekariya neteweyî ketiye herêmê. Lê belê haya me ji armancên Tirkiyeyê heye. Em baş bê zanin, ku Tirkiye hêzeke dagirker e û her tim hewl daye beşek ji axa Sûriyeyê qut bike û tevlî xwe bike."

'EM Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK ŞER BIKIN'

Ebû Omer Îdlibî anî ziman ku di nava vê peymana dagirkeriyê de rejîma Baas jî heye û got, "Tirkiyeyê ferman daye El Nûsra ku bi ti awayî li dijî rejîmê şer neke. Li hemberî hemû daxuyaniyên Cephet El Nûsra, me dît ku li dijî şoreşê ye. Îro bi rengekî vekirî li dijî rejîmê tevdigere. Em qet li pêşberî vê matmayî neman. Ji ber ku, yê rêxistinên weke Cephet El Nûsra, Arar Şam, DAIŞ xist nava Îdlibê û wan xwedî dike, Tirkiye ye."

Îdlibî destnîşan kir, ku Tirkiye dewleteke terorîst e û wê ti carî nehêlin Tirkiye Îdlibê, Efrîn û Şehbayê dagir bike. Îdlibî got, "Em ne Asta qebûl dikin, ne jî dagirkeriyê. Weke gelê Sûriyeyê em amade ne li dijî dewleta Tirk a dagirker, rejîmê û her hêza êrîş bike, şer bikin. Bila aqlê gelê me biçûk nebînin, haya gelê me ji van hemû lîstikan heye."