BI DÎMEN

'Em ê komployê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin'

Berdevka Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê Firyal Temî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji erdekî hişk û zûha, darek şîn kir û got: “Hegemonyayê jî xwest wê darê bi riya komployê ji holê rake, lê bi bin ket.”

Bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Berdevka Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê Firyal Temî têkildarî berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û tirsa desthilatdariyê ya ji fikrên Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

‘DARA HIŞK Û ZÛHA ROJ BI ROJ ŞÎN BÛ’

Firyal got ku di dîrokê de timî hebûna gelê Kurd hatibû çewsandin, lê bi hatina Rêberê Gelê Kurd êdî wan hebûna xwe îsbat kiriye û got: "Di dîrokê de timî gelê Kurd hatiye çewisandin û bi vî rengî hatiye xwestin ku bê tunekirin, lê Rêberê gelê Kurd li dijî vê yekê rabû û got, Kurd darekî zûha ye ez ê ji nû ve şîn bikim. Gelek dewletên hegemon xwestine Kurdan tune bikin. Lê bi fikir û felsefeya Rêber Apo tevahî gelê Kurd bi xwe hesiya û rabû ser xwe.”

‘FIKRA RÊBER APO BÛYE CÎHANÎ’

Firyal diyar kir ku 15’ê Sibatê gelek ciwanan bedena xwe dan ber agir û got: "Piştî ku Rêber Apo hat dîlgirtin, gelek ciwanan canê xwe dan ber agir. Desthilatdariyê got ku demê Rêber Apo bê girtin ew ê tune bibin, lê gelê Kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo nûjen kir û heta roja îro jî xwedî li wê fikrê derketiye."

Berdevka Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê Firyal di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Armanca me perwerdekirina li ser Fikir û felsefeya Rêber Apo ye, ew bû yekemîn Rêberê ku ji bo jinê têkoşîn kir. Yên ku bikaribin komplo jî têk bibin wê jin bin. Em ê bi pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em ê komployê têk bibin û deriyê îmraliyê jî vekin. Heta ku Rêber Apo azad nebe em jî ti carî azad nabin."