'Em ê dewleta Tirk ji ser vê xakê biqewirînin'

Endamên meclîs û partiya Asûrî diyar kirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temirê gefeke mezin li ser Asûriyan heye û destnîşan kirin, ku heta dewleta Tirk ji ser vê xakê biqewirînin wê têbikoşin.

Endamê Partiya Demokrat a Asûrî Şaxê Sûriyeyê Şemon Yûnan û Endamê Meclîsa Gelê Asûrî ya Sûriyeyê Sergon Sileyon li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temirê axivîn.

Şemon Yûnan diyar kir ku dewleta Tirk guh nade ti etnîkê, êrişî her kesî dike û got, "Dewleta Tirk bi êrişa li ser gundên Asûriyan Telişan û Dirdarayê êrişî tevahiya xelkê herêmê dike. Cudahiyê naxe navbera pêkhateyan, êrişî her kesî dike."

Şemo Yûnan got, "Partiya me ya li derve ji van êrişan agahdar e. Roj bi roj êrişan dişopîne û nêrînên xwe parve dike" û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk bi êrişên dema dawî dixwaze tevlîheviyê bixe nava gelan û bi vî rengî aramiyê ji holê rake. Saziyên mafên mirovan ê li herêmê bila werin vê derê, bûyerên ku diqewimin bi çavên xwe bibînin û bi rola xwe rabin. Bila pêşî li van binpêkirinan bigirin. Tenê li ser çapemeniyê qala bûyeran nekin. Ji bo xelk li ser xaka xwe bimîne divê hûn bikevin nava liv û tevgerê."

Şemon Yûnan ragihand ku komkujiyên berê li hemberî gelên Ermen, Suryan û Asûrî hatin kirin niha li dijî pêkhateyên gelan hemûyan tê kirin û got, "Dewleta Tirk ji Komkujiya Seyfo ya beriya sed salî û vir ve tê naskirin. Binpêkirinan niha jî dewam dike. Çawa ku berê komkujî li Suryan, Ermen û Asûriyan kir niha jî li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemûyan dike. Raya giştî ya navneteweyî, saziyên mafên mirovan ên li nava Sûriyeyê û derveyî Sûriyeyê, partî hemû divê ji bo herêmê çareseriyekê peyda bikin û pêşî li êrişên li ser sivîlan bigirin."

'DIXWAZIN TEVLÎHEVIYÊ BIXIN NAVA GELÊ KU BÛYE YEK'

Sergon Sileyon jî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyeyê şermezar kir û got, "Artêşa dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yekser êrişî herêmê û sivîlan dike. Malên sivîlan hildiweşînin. Jin û zarok jî di nav de sivîlan qetil dikin. Gundên Asûrî yên li Til Temirê di bin gefa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de ne. Demên dawî êriş li ser gundên Telişan, Dirdara, Şêx Elî û Micebra zêde bûn."

Sergon Sileyon anî ziman ku ev êriş tiştekî nû nîne û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Ev rewş ji bo Osmaniyan rewşeke nû nîne. Sala 1915'an bi Komkujiya Seyfo re bi hezaran kes qetil kirin. Osmanî ji wê rojê û vir ve Ermen, Asûrî û Suryanan qetil dikin. Gelek sûc kirin. Dewleta Tirk û rêveberiya Îxwaniyan e dixwaze pêkhateyên herêmê tune bike. Dixwaze tirs û tevlîheviyê bixe navbera gelê herêmê ku bûye yek û xaka xwe diparêze. Wê ti carî negihêje armanca xwe. Em ê wan ji xaka Sûriyeyê biavêjin. Ji xwe dihate zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dostê herî nêz ê DAÎŞ'ê ye. Yên ku êrişî herêma me dike, komkujiyê li xelkê me yê Suryan-Asûrî ferz dike, dêr, mal û milkên me talan dikin, dibin sedema koçberkirina xelkê meyê Suryan, Asûr û Keldanî, em ê wan ji ser vê xakê biqewirînin. Bila raya giştî ya navneteweyî jî bi rengekî cidî tevbigere û pêşî li êrişên dagirkeriyê bigire."