‘Em ê dest ji Efrînê bernedin’

Dayikên ji Efrînê komkujiya li Til Rifatê şermezar kirin û gotin ku ew ê dest ji Efrînê bernedin.

Dayikên Efrînê ku ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk koçberî Şehbayê bûne ji ANF’ê re axivîn. Dayikan komkujiya Til Rifat ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê dest ji Efrînê bernedin.

Dayika bi navê Goneyî Hesûn wiha got; “Berxwedana me li herêma Şehbayê didome. Îro dewletên navnetewî komkujiya li Til Rifatê pêk hatî dibînin û bêdeng in. Zarokên hatibûn qetilkirin ma çi kiribûn? Dewleta Rûsya dibêje em ê xelkê Efrînê biparêzin lê careke din diyar bû ku me naparêzin. Em weke xelkê Efrînê li kêleka dayikên wan şehîdan in. Zarokên ku hatibûn qetilkirin çi ji dewleta Tirk kiribûn, ji zarokên me jî ditirsin. Bi jin û zarokan jî mabe em ê welatê xwe rizgar bikin û vegerin Efrînê.”

‘EFRÎN CIHÊ BAV Û KALAN E’

Dayika bi navê Fatîme Ebdo Ebdulalh jî ev tişt diyar kir; “Em ji Efrînê koçberî Şehbayê bûn û dîsan dewleta Tirk li Til Rifatê bombe li me barandin. Di bombebaranê de zarok û kal şehîd bûn. Zarok û van kalan ma çi bi dewleta Tirk kiribûn. Divê welatên navneteweyî li dijî vê komkujiyê bêdeng nemînin. Bila tu kes li cihê xelkê Efrînê bi cih nebe, hêzên dagirker xelkê Efrînê derdixin û çeteyan li cihê wan bi cih dikin. Efrîn cihê bav û kalên me ne. Em ê dest ji Efrînê bernedin.”