'Em ê DAÎŞ'ê ji aliyê mejî ve jî têk bibin'

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Salih Nûh got, "Berpirsyarê sereke yê rabûna DAÎŞ'ê dewleta Tirk a faşîst e."

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh li ser zêdebûna êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên vê dema dawiyê ji ANF'ê re axivî.

Salih Nûh diyar kir ku xetereya DAÎŞ'ê ya li ser herêmê hîn jî heye û dewleta Tirk jî bi gef û êrîşan dixwaze jinûve ruh bide DAÎŞ'ê.

Salih Nûh işaret bi êrîşên li Kampa Holê jî kir ku jin û zarokên DAÎŞ'î lê ne û anî ziman ku DAÎŞ bi piştgiriya dewleta Tirk dixwaze xwe li kampa Holê jinûve ava bike.

Rêveberê PYD'ê diyar kir ku berpirsyarê sereke yê van êrîşan faşîzma dewleta Tirk e û got, "Dixwazin destketiyên bi keda bi hezaran şehîdan hatine avakirin ji holê rakin. Lê belê li hemberî vê yekê berxwedan û têkoşîneke gelekî mezin heye. Bi berdêlên gelekî giran DAÎŞ ji aliyê leşkerî ve hate tunekirin. Lê ji bo ji aliyê mejî ve jî bê tunekirin divê berxwedaneke hîn mezintir bê meşandin.

Salih Nûh got, "Çawa ku me DAÎŞ ji aliyê leşkerî ve têk bir, em ê ji aliyê mejî ve jî têk bibin" û wiha dewam kir: "Em ê têkoşîna xwe xurtir bikin û metirsiya li ser jiyanê ji holê rakin."