Elî El-Hisên li Minbicê hate veşartin

Elî El Hisên ê ku li navçeya El Heye ya Minbicê şehîd bûbû, li Minbicê bi merasîmekê hate veşartin.

Elî El-Hisên ê sivîl di teqîna roja pênşemê de ya ku xwepêşdana li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya taxa El-Heyê ya bajarê Minbicê hedef girtibû, şehîd bû. Cenazeyê Elî îro bi merasîmeke girseyî ji aliyê sedan kesî ve li goristana Şehîdên Minbicê ve hate veşartin.

Bi sedan şêniyên herêmê di nav de endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîma veşartinê bûn.

Girseya gel cenazeyê şehîd Elî El-Hisên ji nexweşxaneya Firat wergirtin û ber bi goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê, deqeyek rêz hate girtin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ebûd El-Ibrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd Elî re xwest û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Ebûd anî ziman û bi saya van lehengan herêm ji zulmê azad bûye.

Ibrahîm di berdewama axaftina xwe de got, "Em ji Erdogan û çeteyên wî re dibêjin ku em gelê Minbicê li hemberî êrîşan yek in, em dev ji warê xwe bernadin û rê nadin ku kesî ku tevliheviyê di navbera gelê de derbixîne. Em soz didin ku em ê xeta şehîdan bişopînin."

Piştre wesîqeya şehadetê ya Elî El-Hisên ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Fatima El-Dîba ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşemeyan spartin axê.