El Ebid: Dewletên Ereb dagirkeriya dewleta Tirk bi awayekî cidî nenirxand

Hemdan El Ebid diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re krîzên navxweyî derdixe û got, dewletên Ereb bi awayekî cidî li hemberî dewleta Tirk a dagirker derneketin.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca veşartina krîzên xwe yên navxweyî, êrişên xwe yên bê serûber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam zêdetir dike. Her wiha bi balafirên şer êrişî xelkên herêmê dike da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xelkên wê vala bike û bi vê yekê re êdî herêmê guherîneke demografîk pêk bîne.

Di vê derbarê de Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hevdîtinek bi Berdevkê Hevserokatiya Giştî ya Meclîsa Rêveber ya Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid re pêk anî. Hemdan El Ebid wiha bal kişande ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê û got: “Dewleta Tirk bi pêkanîna êriş û dagirkirinên xwe yên qirêj û qirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negihaşte armancên xwe yên sereke, lewma bi armanca veşartina krîzên xwe yên navxweyî û veşartina rewşa xwe ya aborî ya aloz êdî bi balafiran herêmê bombebaran dike. Bi vê yekê re dewleta Tirk a mêtinger hewil dide ku rojeva gelên Tirkiyê bike şer da ku krîza welat jibîr bikin.”

El Ebid îşaret bi rêbazên veşartina krîz û aloziyên navxweyî yên Tirkiyê ji aliyê hikumeta AKP-MHP’ê kir û gotina xwe wiha berdewam kir: “Her wiha AKP û MHP hewil didin ji bo ku rewşa xwe ya aloz veşêrin hincetên vala derxin holê, êdî carna qaşo parstina ewlekariya xwe dike hincet û carna jî hincetên cuda çêdike. Ji ber ku rewşa aborî û navxweyî ya dewleta Tirk a mêtinger têk diçe, êdî van derew û bêbextiyan bikar tîne, lê heta niha ji hêla me ve ti hedefgirtin an jî êrişkerî li hemberî Tirkiyê ve qet çênebûye.”

Hemdan behsa êriş û sûcê dewleta Tirk a dema dawî ya li ser Kobanê pêkanî kir û wiha pêde çû; “Berî çend rojan dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane bajarê Kobanê bombebaran kir û di encamê de zarokekî biçûk birîndar bû û lingê xwe winda kir, gelo ma çi gunehê vî zarokî bû û çi zirar gihandibû dagirkerên qirker. Ji vê yekê tê fêmkirin ku dewleta Tirk a mêtinger hewil dide ku fitneyekê çêke û herêmê ji xelkên wê vala bike, her wiha planên xwe yên qirêj û qirker bixe meriyetê û guherîneke demografîk pêk bîne.”

Hemdan her wiha derbarê dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û axaftina Erdogan ya gotî, ‘Emê xelkên Efrînê yên resen vegerînin bajêr’ ji vê yeke şaş ma û pirsek wiha kir; “Gelo şêniyên wê yên resen kî ne? Gelo mebesta wî xelkên Xûta, Deria, Himis an jî Idlibê yên ku niha li Serêkaniyê û Girê Spî dijîn e. Bi peymanek a di navbera dewleta Tirk, koma Astana, Rûsiya û Îranê de deverên di bin destê deshilata Sûriyeyê de ji şêniyan hatin valakirin û li deverên dagirkirî yên di bin destê Dewleta Tirk a mêtinger ve hatin bicihkirin. Ev yek bi xwe guherîneke demografî ye.”

El Ebid bal kişande ser bêdengiya dewletên Ereb a li hemberî êrişên dagirkerî û qirker ku li dijî van kiryaran helwesteke cidî negirtin û got, “Dewletên Ereb bi awayekî cidî li hemberî dewleta Tirk a dagirker derneketin. Her wiha Qeterê bi rengekî eşkere piştgiriya teror û dagirkeriyê li Sûriyeyê dike.”

Hemdan bang li gelê Sûriyeyê kir ku li doz û meseleya xwe ya hevbeş a ji bo yekbûyîna xaka Sûriyeyê û bihevre jiyana azad vegere û diyar kir, “Sûriye xwedî mezhebên cihêreng e, ne tenê yek an jî komek wê birêve dibe, lê belê bi qanûn, lihevkirin û bihevre jiyana azad civakê birêve dibe.”

Hemdan El Ebid bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Em bi hêvî ne ku gelê me xwedî li berpirsiyartiyên xwe derkevin û bi erka xwe rabin, her wiha parêzvanên xaka welatê xwe bin û dûrî ezezîtî û nijadperestiyê jiyan bikin û îxanetê li hevdu nekin.”