Ehmed: Bi berdêlên giran Reqa hate azadkirin

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, got, azadkirina Reqayê destpêka çareserkirina krîza Sûriyê ye.

Ehmed rizgarkirina Reqayê li hemû Reqayiyan û şervanên QSD’ê pîroz kir û wiha got: ‘’Bi fedekariya şehîdan bi berdêlên giran Reqa hate azadkirin.

Azadkirina paytexta çeteyan, ku ji vir belavî herêmên Sûriyê dibûn, kir ku krîza Sûriyê  bigihîne sala 7’an. Bi vegotineke dî; azadkirina Reqayê, wê bibe destpêka çareserkirina krîza Sûriyê.’’

Îlham Ehmed, bang li gelên Sûriyê jî kir û got, ji bo Sûriyeyeke dmeokratîk û azad divê bibin yek û pişta hev bigirin.