Ehmê: Ji bo çareseriyeke mayînde em amadene bi hikûmeta Şamê re diyalogê bikin

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Lûqman Ehmê ku di Komîteya Darayiyê ya li Reqayê de axivî got: “Ji bo çareseriyeke her demî ya krîza Sûriyeyê, em amade ne bi hikûmeta Şamê re diyalogê bikin.”

Têkildarî mijara dûrxistina Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji amadekariyên destûra bingehîn a Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna hejmarek mezin a endamên komîte û saziyên wê daxuyaniyek li avahiya Desteya Darayiyê ya li bajarê Reqayê da.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê daxuyanî xwend.

Ehmê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên qirkirin, paqijiya etnîkî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Sûriyê dimeşe û diyar kir ku dewletên mezin mîna Emerîka û Rûsya bi bêdengiya xwe di rijandina xwîna gelê Sûriyê de bi Tirkiyê re hevkar in.

Luqman Ehmê bi bîr xist ku dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê yên ji bermahiyên DAÎŞ û Cebhet El-Nusrayê bi awayekî eşkere li pêşberî çav û guhê cîhanê sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê pêk tînin, bi sede hezaran Kurd, Ereb, Suryan Asur, Tirkmen û Çerkes koçber kirin, her wiha pîrozgehên Xiristiyan û Êzidî li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê wêran kirin.

Ehmê îşaret bi siyaseta guhertina demografîk a ku Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tînin û wiha domand: "Tirkiyê di guhertina demografiya herêmên ku dagirkirina de bi îsrar e, ziman û bikaranîna pereyên Tirkî ferz dike, ala Tirkiyê li jora nexweşxane, dibistan û avahiyên giştî hildaye. Ji bilî van qanûnên navdewletî binpê dike, kiryarên dizî, talankirin, revandin û bazirganiya bi endamên laşên sivîlan pêk tîne."

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişand ser dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser ji civînên Cenevreyê û got: “Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civînên Cenevreyê hatin dûristin, lê belê nûnerên komên terorîst ên ji bermahiyên DAÎŞ û Cebhet El-Nusrayê di wan civînan de hatin beşdarkirin, rexmî ku Kurd, Ereb û pêkhateyên din di oxira tinekirina terorê de berdêlên giranbuha dane. Li ser vê yekê nabe ev komanan di diyarkirina pêşeroja Sûriyê de bibin xwedî biryar. Divê navên wan bikevin lîsteya terorê. Her wiha divê dewleta Tirk a dagirker a sûcên şer pêk tîne di Dadgeha Navdewletî de were cezakirin."

Ehmê destnîşan kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim bi îsrar bang çareseriya aştiyane û diyalogên navxweyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dike û got: “Rêveberiya Xweser bi garantiya Rûsya amade ye bi hikûmeta Sûriyê ya li Şamê diyalogan bike, ji ber ku dewleta Rûsya di warî de aktîv e ku dikare fişarê li hikûmeta Sûriyê bike da ku li ser masya diyalogan rûnê.”

Ehmê bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser bi armanca ku bi lez bi rêya diyalogan alozî çareser bibe komîte û deste ava kirin.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku her biryar an destûrek ku Rêveberiya Xweser têde neyê beşdarkirin û rêzê ji îradeya hemû gelan negire rêveberiyê eleqedar nake û bang li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li destekê bibin Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriye Demokratîk da ku bighêjin Sûriyeke yekbûyî, pirreng a ne navendî.