‘Eger Rûsya erkên xwe pêk neyne bila ji herêmê derkeve’

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li ber navenda polîsên leşkerî ya Rûsyayê ya li rojavayê Kobanê kom bûn. Di çalakiyê de Eyşê Efendî axivî û got: “Rûsya heta niha sozên xwe pêk neanîne. Wê demê ti sedemek nîne li herêmê bimîne.”

Li ser banga Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê şêniyên Kobanê xwepêşendanek li pêşiya navenda polîsên leşkerî yên Rûsyayê lidar xist.

Xwepêşendêran got ew bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk red dikin, ji ber ku Rûsya wek hêzeke garantor a agirbestê li herêmê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pabendî wê ye.

‘EGER ERKÊ XWE PÊK NEÎNIN JI HERÊMÊ DERKEVIN’

Beriya xwepêşendanê şênî li ser rêya Cerablusê meşiyan heta gihaştin navenda polîsên leşkerî yên Rûsyayê. Li pêşiya navendê hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Em gelek caran hatine vir. Me daxwaz kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me rawestin, lê Rûsyayê erkên xwe yên li hemberî gelên herêmê pêk neanîn. Eger pêk nayne bila kerem bike ji herêmê derkeve.“

Eyşe wiha domand: “Rûsya sozên ku dane bi cih neanîne. Li ser vê esasê ti sedem nemaye ku ji ber wê li herêmê be. Yan bila erkên xwe bîne cih, êrîşên dewleta Tirk rawestîne yan jî bila ji herêmên me derkeve.”

‘GEL WÊ LI BER ÊRÎŞAN LI BER XWE BIDIN’

Eyşe piştrast kir ku gelên herêmê wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û çawa beriya wê fedakarî kirin, wê ji bo rizgarkirina herêmê ji dagirkeran fedakariyên din jî bikin.

Xwepêşendêran di nava xwe de komîteyek çêkir ku peyama wan bigihîne nûnerên Rûsyayê. Piştî ku komîteyê peyam radestî nûnerên Rûsyayê kir, endamê Komîteya Rêveber a Partiya YekÎtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Şêxo ku di nava komîteyê de bû, axivî û got: “Hevdîtin erênî bû. Soz dan ku ew ê êrîşan rawestînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev zêdetirî hefteyekê ye dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Dewleta Tirk gundewarên Zirgan û Til Temirê yên herêma Cizîrê, gundewarên Minbicê û Şehbayê topbaran dike. Her wiha di van rojên dawîn de êrîşên bi rêya dronan zêde bûne ku di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûne.