Efrîniyan qala zilma çeteyên Tirk û 'kurmê darê' kirin

Zilm û zora dewlet û çeteyên Tirk a li Kurdên li Efrînê mane roj bi roj zêde dibe. Efrîniyên ku xwe ji vê zilmê rizgar kirin qala hovîtiya li wan dihate kirin û 'xaniyên navxweyî' kirin.

Dewleta Tirk ku tevî çeteyên xwe yên El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra ji bo dagirkerî û qirkirinê êrîş birin ser Efrînê, bi rengekî bêperwa hovîtiyê dikin.

Dewleta Tirk di çarçoveya peymana bi Rûsyayê re mohr kirî, ji bo guhertina demografiya bajêr çeteyên ji Xota Rojhilat û bajarên din ên Sûriyeyê aniye li bajêr bi cih dike. Wekî din zext û zordariyeke giran li gelê Efrînê yê li nava bajêr maye dike.

Welatiyê bi navê Î.N.E. ku piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nexwest ji gundê xwe derkeve, lê ji ber ku nema karî xwe li zext û zordariyê rabigire, neçar ma ji bajêr derkeve. Î.N.E. ji ANF'ê re qala hovîtiya çeteyên Tirk ên li bajêr kir.

Î.N.E. diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wan li gelemperiya bajêr derketina derve qedexe kirine û rojane welatiyan direvîne û êşkenceyê li wan dike. Jineke bi navê N.C. a li gundekî Efrînê ye anî ziman ku çeteyên 'Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS)' didin pêş çeteyên dewleta Tirk û wan li malan digerînin.

'EM TALAN KIRIN'

Î.N.E. ragihand ku di dema dagirkeriyê de wî nexwestiye cih û warê xwe biterikîne, li gund bi tenê maye û ji ber ku çete hatin lêpirsîna wî kirin, berî du rojan neçar ma ji gund derkeve. Î.N.E. got, "Malbata min bi temamî derket, lê min nexwest axa xwe biterikînim û li gund mam. Hatin lêpirsîna min kirin, gotin ku 'çeka te heye'. Min jî got, nîne. Piştre min fêhm kir wê ji min nederin û berî du rojan tevî komeke ji Efrîniyan ji gund derketim. Di rê de komeke çeteyan em girt. Pere ji me xwestin. Ji me xwestin ku serê her kesî 5 hezar lîre bide wan. Bi me re ewqas pere nebû. Çi bi me re hebû me da wan û wan jî dest ji me berdan. Em bi vî rengî ji gund derketin."

QEDEXEYA DERKETINA DERVE DEWAM DIKE

Î.N.E. diyar kir ku çete ji bo xwe bi wan bide qebûlkirin rojên ewilî dest nedan kesî, lê piştre yek bi yek li mirovan pirsîn û êvarê ji saet 20 û pê ve derketina derve qedexe kirin. Î.N.E. got, "Nîvê şevê birayê min birin. Piştî ku êşkence lê kirin ew berdan. Gotin ku qedexe binpê kiriye. Ji saet 20'î û pê ve em nikarîbûn ji malê derkevin. Em qet nikarîbûn ji gund derkevin."

'HINEK SÎXURIYÊ DIKIN'

Î.N.E. da xuyakirin ku hin Kurdên li Efrînê sîxuriyê ji çete û artêşa Tirk re dikin û wiha dewam kir: "Hinekan sîxurî ji wan re dikirin. Mesela, hatin gundê me û ji keya re gotin 'çek bi te re heye'. Çûye li muxtar dane. Yên ku em herî zêde êşand, xaniyên li nava me bûn. Çete ji xwe dijmin e, ew tiştên dixwazin dikin. Lê yê ku herî zêde em êşand, xaniyên li nava me bûn."

'DEST DANÎN SER HEYWANÊN ME'

Î.N.E. diyar kir ku gelek kes ji aliyê çeteyan ve hatine revandin û ew nizanin bê bi ku ve birine. Î.N.E. her wiha got, malên gel hatine desteserkirin û wiha dewam kir: "Dest danîn ser 22 heywanên biraziyê min. Hatin û birin. Gund bi gund talan dikin. Li Eyn Darê û Basûtê hin malbatan xwestin li gundê xwe vegerin, lê çeteyan ew qewirandin. Nehiştin ku bikevin nava malên xwe."

'ENDAMÊN ENKS'Ê DIDIN PÊŞIYA ÇETEYAN Û WAN LI MALAN DIGERÎNIN'

Jineke bi navê N.C. ku li gundeke Efrînê ye û bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî diyar kir ku çete yek bi yek li malên li gundan digerin û yên ku didin pêşiya wan jî endamên ENKS'ê ne. N.C. da xuyakirin ku li gorî agahiyên ENKS'yî didin çeteyan, çete malên şervanên YPG/YPJ û mirovên welatparêz talan dikin, dişewitînin û got, dema ku çeteyên ENKS'ê vê dikin, tevî wesayitên zirxî yên leşkerên Tirk tevdigerin.

'GELEK KES REVANDIN'

N.C. anî ziman ku gelek welatî ji aliyê çeteyan û artêşa Tirk ve hatine revandin, nayê zanîn bê li ku ne û wiha dewam kir: "Em nizanin bê ev kes bi ku ve birine. Lê tê gotin ku piraniya wan dibin Ezazê û li wir darizînin. Çete niha jî gundiyan li meydana gund kom dikin û şertên xwe li ser wan ferz dikin. Dibêjin ku wê meclîsên gundan ava bikin. Tevî ENKS'yiyan tevdigerin. Ew jî bi çeteyan re ne."

BI ZORÊ PEREYAN JI EFRÎNIYAN DISTÎNIN

N.C. ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê nahêlin gel li malê xwe vegere, yên dihêlin jî di berdêla dayina pereyan de destûrê didin û bi bîr xist ku malbateke ji gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa dema xwest vegere mala xwe 300 hezar lîreyê Sûriyeyê jê xwestine. N.C. destnîşan kir ku bi navê 'derîbe' (bac) pere bi zorê ji gel tê standin û kesên vî pereyî nadin jî mal û milkên wan têne desteserkirin.