Efrîniyan peyama ‘Em ê li ber xwe bidin’ dan

Efrîninên ku bi meşekê dagirkirina Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk ve protesto kirin, peyama ‘Em ê li ber xwe bdin’ dan.

Li ser banga Meclîsa Kantona Efrînê bi hezaran şêniyên Efrînê meşiyan. Meş bi dirûşma ‘Êdî bes e dagirkerî û tecrîd, dem dema rizgarkirina Efrînê û serok Apo ye’ lidar xistin.

Şêniyên Efrînê bi kurd, Ereb û Turkmenê xwe ve li ser rêya di navbera bajarokê Dêr Cimêl û gundê Ziyaretê yê Kantona Efrînê kom bûn, şaxên zeytûnê, wêneyên şehîdnên Berxwedana Serdemê, şehîdên sivîl, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger û gelek pankert hildan.

Ruxmî barîna berfê û seqemê lê şênî ji wir heta Kampa Veger a li deriyê têketina gundê Ziyaretê meşiyan.

Li gund meş rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, Hevserokê Meclîsa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid, endama Koordînasyona Kongreysa Star a herêma Efrînê Eyşe Seydo axivîn.

Axaftvanan destnîşan kirin ku şêniyên Efrînê di nava kampan de û malên wêrankirî de, ruxmî şertên koçberiyê yên dijwar li ber xwe didin û bi vê berxwedana xwe, peyamekê didin civaka navneteweyî ku heta bajarê wan rizgar nebe, ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Her wiha bang li şêniyên Efrînê kirin ku asta berxwedan û têkoşînê li hemberî dewleta Tirk a dagirker mezin bikin.

Axaftvanan da xuyakirin ku gelên herêmê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û projeya netewa demokratîk planên dagirkeriya Tirk têk birin.

Axaftvanan bang li tevahiya rêxistinên mirovî û Meclîsa Ewlehiyê kirin ku bi rola xwe bilîzin û dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derxin da ku şênî vegerin warên xwe.

Beşdarên meşê, bi sloganan berxwedana şêniyên Efrînê silav kir û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.