Efrînî ji bo Yasîn Bûlût ê PKK'î meşiyan

Bi sedan kes li Şehbayê meşiyan û qetilkirina Yasîn Bûlût ê PKK'ê şermezar kirin, li dijî dagirkerî û xiyanetê peyama yekîtiyê dan.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukrî Serhed) ê ji bo tedawiyê li Silêmaniyê bû Înê ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê ve hate şehîdxistin.

Bi sedan mirovên ji herêma Efrînê daketin qadan û şehîdxistina Yasîn Bûlût şermezar kirin. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyanet û planên dagirkeriyê serî hildin.

Meş ji rêya navçeya Ehdas- gundê Til Qerah ber bi têketina gundê Til Sosîn ê kantona Şehbayê ve dest pê kir.

Beşdaran wêneyên şehîd Yasîn Bûlût û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên "Meşa rûmetê ya li dijî dagirker û xiyanetê" vekirin.

Meş li pêşiya gundê Til Sosîn veguherî mîtîngê. Beşdaran ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz girtin, piştre Hevseorka Meclîsa Kantona Efrîn Zelûx Bekir axivî û got: "Planên dijmin nikare vîna me têk bibe. Em xwedî îradeyeke xurt in, çiqasî dijmin hewldana şikandina me û îradeya me bike ew ê nikaribe."

Zelûx destnîşan kir ku careke din dijmin li hemberî Kurdan bûne yek û wiha dewam kir: "Planên wan dewam dikin. Tevî vê yekê dewletên cîhanê li hemberî sûcên li dijî me pêk tên, bê deng in."

Hevserokê Meclîsa Kantona Şehbayê Îsmaîl Mûsa diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk bi armanca qirkirina gel e û ev li axaftina xwe zêde kir: "Şehîdxistina li Başûr isbat dike ku destên xiyanetê di vê yekê de heye, ji lewre divê gel li dijî wan siyasetan bisekine û li dijî hemû dijminan yekitiya xwe ava bike, da ku bi ser bikeve."

Di dawiyê de sloganên "Na ji xiyanetê re" hatin berzkirin.