Efrînî behsa Ocalan û PKK'ê dikin...

Beriya ku Ocalan dîl were girtin bi 20 salan li xeta Rojava heta Lubnanê bingehê şoreşa niha ya Rojava danî. Du Efrînî bi şahidiya xwe ya li ser Ocalan û PKK'ê em birin wan rojan.

Di ser damezirîna PKK'ê re ku 26-27'ê Mijdarê li gundê Fîsê ya Licê ya Amedê ji hêla 22 ciwanan ve hatibû damezirandin 40 sal derbas bûn. Beriya darbeya faşîst a 1980'yî ya li Tirkiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2'yê Tîrmeha 1979'an derbasî Rojava bû û wiha PKK li Rojhilata Navîn vebû.

Heta beriya ku Ocalan bi komployeke navdewletî dîl were girtin, bi têkoşîna 20 salan a li qada Rojhilata Navîn bingehê pêvajoya şoreşê ya ji Rojava ta bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê danî.

Şahidên wê dema ku PKK li Rojhilata Navîn Bûn û di nav pêvajoya şoreşê de cih girtin têkilî Ocalan û PKK'ê bîranînên xwe ji ANF'ê re vegotin. Şahidiya Fîdan Evdo ya Efrînî û Hesûn Mihemed mirov ji Helebê dibe heta bi Şam û Lubnanê.

Fîdan Ebdo ya ji gundê Mamela ya Reco ya Efînê 1988'an PKK bi rêya biryaê xwe yê doktor nas kiriye, hê ji zaroktî ve dest bi xebatan kiriye û piştre Şîlan Kobanê çûye cemê û jê xwestiye ku tevlî xebatên siyasî bibe, ew jî tevlê bûye.

Hesûn Miheme ji Efrînê, ji gundê Basilê ya Şêrawa ye. Miheme jî 1987'an bi rêya hevalên xwe PKK nas kiriye.

Fîdan Ebdo dema ku behsa bîranînên xwe dike, dibêje piştî ku wê 2 salan xebatên siyasî kiriye, 93'yan 'Heval Şîlan' jê re gotiy wesayitek wê were te bistîne lê tu yê nepirsî bê ka diçî kû, piştî ku wesayit hatiye ew birine Hemdaniyê, ji ber ku ew biçû bûye û baştir bibîne ew li pêş dane rûniştan, wê nizanîbûye bê ka wê kî were civîne, civînek ji civînên din cudatir bûye, mase û kulîlk hatin danîn, wê demê ji hevalên wê yên li hêwanê di nav xwe de digotin, ''wek ku Rêbertî hatiye''. Ebdo dibêje wê kêliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete hundir, di civînê de nêzî 40-45 kes hebûne û wê demê kelacaniyekê xwe lê pêçaye.

Fîdan Ebdo li ser wê demê dibêje, ''Rêbertî pir bi heybet bû. Mirov li cemê kelecanî dibû. Rêbertî pêşî hinekî rawestiya û li her kesî nerî, piştre li min nerî û keniye. Bang li min kir û got, ''were cem min''. Dema ku ez çûme cem Rêbertî ez dilerizîm. Li cihekî hinekî dûrî Rêbertî sekinîm. Rêbertî dîsa got, 'were cem min'. Ji min pirsî bê ka çima ez li wir im. Piştî ku min got hevalan ez şandime vir, Rêbertî dîsa ji min pirs kir bê ka kê ew şandiye, min jî got, Heval Meysa (Şîlan Kobanê). Rêbertî got, 'pir baş e, were cem min rûne'. Ez çûm cem Rêbertî rûniştim. Ji min re got, ''Pir baş e ku keçeke ev çend ciwan hatiye vir, tu çima hatî vir. Çi ye ya ku te bi vir ve girêdide?''. Dema ku min jî got, ''Serokê min, di nav rêxistinê de azadiya me heye'', Rêbertî dîsa pirsî, ''tu ji kû dizanî ku azad î?''. Min jî gotiye, ''Berê me nikarîbû ku gava xwe bavêjin derve lê piştî naskirina partiyê em dikarin derkevin derve. Kes bela xwe di me nad. Em dixebitin. Ez xebatên zarokan dikim. Di nav şanoyê de cih digriim. Xebatên siyasî dikim. Xebatên gel dikim. Rêbertî şaş ma. Got, ''tu vî temenî de xebatên gel dikî?''. Min got, ''Belê, dikevim nav gel. Ez keç û kurikên di temenê xwe de rêxistinî dikim.'' Got, ''Pir baş e, serkeftineke mezin e ku keçeke di temenê de van xebatan dikn.'' Piştre xîtabî gel kir.

 

Hesûn Mihemed jî got 1993'yan hevalin hatina cem wan, gotine wê civîneke girîng çêbibe û xwestine ku ew jî tevlê bibin, ew jî çûne Helebê, maleke mezin û nêzî 30-35 kes hazir bûne û piraniya wan jî xebatên eniyê dikirin, dema ku pirs kirine bê ka wî kî were civînê, gotine, ji wan re hatiye gotin ku wê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan were û dema ku wan ev bihîstine, pir kelecanî bûne, dema ku Ocalan ketiye hundir dilê wan bicoş bûye, cara pêşî ew dîtine û ev ji bo wan rewşeke pir mezin bûye..

Fîdan Ebdol bi berdewamî diyar dike ku Ocalan di wê civînê bêhtir li ser azadiya jinan rawestiyaye, ji jinan re gotiye, ''Ji dema ku we PKK nas kiriye û vir ve, hûn ji PKK'ê çi hîn bûne?'', jinan jî gotine, ''PKK'ê kir ku em hemû wekhev bijîn lê belê mêr hê jî li bara me despot in, dema ku mêvanek tê malê, mafê me tine ku em li cem wan rûnin, em li ber derî rûdinin, mafê ma tine li cihê ku mêr rûdinin em jî rûnin. Em ji ber hurmeta li mêr û ji ber ku mala me hilneweşe em dengê xwe dernaxînin.''

Ebdo dibêje Ocalan jî li ser vê gotiye, ''Wekhevî û dadmendî heqê we ye. Li ser her tiştî mafê we heye'' û mînaka Sara (Sakîne Cansiz) daye Behsa Kemal, Mazlûm, Xeyrî kriiye bê ka li zindanê çawa li ber xwe dane û her wiha dijmin Sara aniye pêşberî wan da ku moral û berxwedana wan bişkîne lê Sara berxwedaniyek nîşan daye. Ebdo wiha dibêje, ''Rêbertî got, ''Heta ku welatê civakekê nebe ti caran nikare li ber xwe bide û azad bibe, welatê me Kurdistan e. Heke welatê te nebe ti heqê te tine. Bila mêr jî xwe nexapînin, ti heqê wan jî tine. Hûn mêr koleyê dijmi in û diçin li malê zilmê li jinê dikin.''

Hesûn Mihemed jî dibêje di civînê de Ocalan li ser mijara asta civakê sekiniye, rewşa çar parçeyên Kurdistanê gotiye, bêhtir li ser Bakurê Kurdistanê sekiniye. Mihemed dibêje, Rêberê Gelê Kurd Ocalan bêhtir li ser asta xebatên li Bakurê Kurdistanê sekiniye, nirxandiye bê ka ew bi kîjan şertan xebatan dikin, asta wan li wir çiye û çima li wir xebatan dikin. Mihemed domand, ''Rêbertî got, heke parçeyê Bakur azad bibe, parçeyê biçûk ango Rojava wê rehetir azad bibe. Ji ber ku wê demê wê Kurdistana mezin ava bibe. û Parçeyê biçûk jî ji bo azadiya xwe wê gaveke meztir bikarive bavêje. Digot, ''Bi fedekarî û azaweriyeke mezin ji bo qadên azad werin avakirin em her tiştên xwe seferber bikin.''

 

Fîdan Ebdo dibêje di wê civînê de Ocalan gotiye, ''Li Başûrê Biçûk (Rojava) xwîn wê heta bi kabokê were''. Piştî vê gotinê her kes şaş maye, mirovan li hev neriye, piştre Ocalan gotiye, ''Belkî hûn ji bîr bikin'', li min zîvirî û got, ''lê ev keçika biçûk wê ji bîr neke''.

Hesûn Miheme got, wê demê gotina ku herî pir bala wan kişandî ya Ocalan ew gotin bû ku digot, ''Em mîna ku bi derziyê bîrê bikolin, dixebitin''.

Fîdan Ebdo bi berdewamî dibêje, tevahî 8 caran wê Ocalan dîtiye, carekê çûne kampê, li wir cara pêşî alya PKK'ê dîtiye.

Hesûn Mihemed got, ''Rêbertî tim ev digote me, 'şoreşa me şoreşa mirovahiyê ye. Ev şoreş ne tenê ji bo civakekê yan jî ne tenê ji bo gelê me ye. Siûda mezin a Kurdan ew bû ku ez ji nav Kurdan derketim û Kurdan ji qonaxekê bînim qonaxeke dî. Ji ber ku Kurd ber bi nebûnê ve diçûn. Li nav Kurdan çi tiştekî ku temsîla Kurdan bike nemabû. Ti qedr û qîmetê wan nebû. Lê me bi mûyekî paqij ê porê mirovê xwe girt, me ew ji nav gemarê û ketîbûnê derxist, me ji wan qehremanên fedekar, şoreşger ava kir. Niha Kurd bûne civakeke ku hurmet li wan tê girtin.''

Ebdo dibêje di civîna kampê de bêhtir li ser haziriyên 15'ê Tebaxê axaftin kirine. Ebdo dibêje piştî ku civîn qediyaye Ocalan gel slav kiriye, nêzî 2 saetan bi gel re axiviye, piştî axaftin qediyaye gel pir bi moral bûye û her kesî hewl daye ku pê re wêne bigire.

Ebdo dibêje piştî bi salan dîsa bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ketiye civînekê, wê demê jî Ocalan li ser çandê axiviye, behsê kiriye bê ka wê çand çawa were parastin, wê çawa were naskirin, helwesta wan divê çawa be û şêwaza wan a di nav gel de divê çawa be, gotiye, dema ku henek tê kirin jî ev divê bi çandekê were kirin.