Ebdî bi rûspiyên herêmê re civiya

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi Komîteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya. Di civînê de bûyerên li herêmê rû didin hatin nîqaşkirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bi Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Di civînê de şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman El-Esaf, Şêx Fewaz El-Zobai El-Milhim, Şêx Fûad Îbrahîm El-Paşa, Şêx Mihemed Adil Ebdulselam, Şêx Kerîm El-Ziêter, Şêx Samir Cemal Tirkî, Şêx Haşim Ehmed El-Deyf, Şêx Îbrahîm Elî El-Rendel, Ebdulmecîd Oso, Dr. Sîrob Bago Îzîz, Abdiîn Bedirxan, Îsmaîl Çeto, Mihemed Îso, Hekem Xelo, Hember Hesen û Dr. Ebdulbaqî Yûsif di civînê de amade bûn.

Civîn avahiya Desteya Rûspiyan hate lidarxistin. Di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî liheveirinên navdewletî yên derbarê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û lihevkirinên wan ên bi hêzên navdewletî re ji bo parastina herêmên ji komkujiyên Tirkiyê û guhertina demografîk pêk anîne nirxand.

Ebdî anî ziman ku hêzên wan parastina pirengî, ewlehî û aştiya navxweyî ya li herêmê didomînin û got erka wan e pêşketin û lihevkirinên wan ên bi hêzên navdewletî û Sûrî re bi welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin naskirin.

Ebdî her wiha rola rûspiyan a yekîtiya refê û hevgirtina wan li dijî xeteriyan destnîşan kir.

Rûspiyan girêdana niştecihên herêmê bi QSD‘ê re teqez kirin û gotin ew ê li gel QSD‘ê destkeftiyên herêmê biparêzin.

Her wiha banga xurtina hevgirtinê ya li hemberî hewldanên ku yektiya pêkhateyên herêmê dike hedef, kirin.