DYE ji şadina çekan a ji bo Lîbyayê aciz e

Di vê demê de ku li Lîbya şerê navxweyî gur dibe, DYE ji Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya ku ji derveyî DYE desteka çek û cebilxaneyek zêde digire rexne kir, daxwaza lezgîn a agirbestekê kir.

Di navbera hêzên bi pêşengtiya Xelîfe Haftar û hêzên girêdayî Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya navendîbûna wê Trablûs e ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê nasîn, şerekî dijwar diqewime. Rûsya û Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî (EEY) raste rast destekê didin Hafter, tê zanîn jî Tirkiye bi hezaran çeteyên cîhadîst ên ji Sûriyeyê û dîsa leşkerên xwe bi armanca destekirina hêzên Trablûsê şandine Lîbyayê.

DYE LI DIJÎ ŞANDINA ÇEKAN E; AGIRBEST XWEST

Ji ber şerê dijwar ên bi mahan e li Trablûs û derdorî wê ru didin, tê dîtin ku tewazûn xiranebûye, ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ve banga agirbestê hate kirin.

Wezîrê Karê Derve yê DYE Mîke Pompeo yê bi rêya telefonê li gel Serokwezîrê Hikûmeta Trablûsê Feyyaz el Sarac re axivî, diyar kir ku welatê wî şandina çek û cebilxaneyan a zêde ya ji bo Lîbyayê aciz e.

Di daxuyaniya li ser navê Pompeo hate dayîn de jî, daxwaz hatiye kirin ku şer bi lezgîn bê rawestandin, ji bo her du aliyan jî ragihandiye ku divê ‘diyalogeke siyasî’ bê pêşxistin.

Şerê li Trablûsê ji Nîsana sala borî ve dewam dike. Her çendî di fermiyetê de wisa bixuyê ku DYE destekê dide hikûmeta Trablûsê jî, sala borî Donalt Rrûmp di hevdîtineke bi rêya telefonê ya li gel Xelîfe Haftar re berovajî vê yekê gotibû.