DYE: Dibe ku rejîma Şamê çekên kîmyewî bi kar anîbe!

Wezareta Karên Derve ya DYE’yê diyar kir hin nîşan hene ku rejîma Sûriyeyê li bakurê rojavayê Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar anîye û ji bo tolhildana wê gef xwar.

Wezareta Karê Derve daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku hin nîşan hene rejîma Sûriyeyê di 19’ê Gulanê de li bakurê rojavayê Sûriyeyê klor bi kar aniye.

Berdevkê Wezaretê Morgan Ortagûs got ku “Derbarê vê meseleyê em agahiyan kom dikin. Lê em hişyariya xwe dubare dikin, heke rejîma Esad çekên kîmyewî bi kar bîne wê DYE û tifaqên wê, bersiveke pêwist bidin.”

Serokê DYE’yê Donald Trûmp bi hinceta ku çekên kîmyewî bi kar anîne du caran fermana êrîşa li ser rejîma Sûriyeyê dabû. Piştî îddîaya ku li Han Şeyhûnê gaza sarînê hatiye bikaranîn, di Nîsana 2017’an de li dijî rejîmê du êrîş hatibûn kirin. Salek şûnde jî bi îddîaya ku li Dûmayê li dijî sivîlan êrîşeke kîmyewî hatiye kirin, Fransa û Îngîltereyê êrîşên hewayî kiribûn. Rejîma Sûriyeyê di her du caran de jî sûcdariya çekên kîmyewî qebûl nekiribû.

Morgan Ortagûs diyar kir ku ev bûyer eşkere ne û got “Rejîma Esad, li Sûriyeyê bi çekên kîmyewî êrîş kiriye.” Ortagûs ji ber hevkariya wê ya bi rejîma Sûriyeyê re, Rûsya jî sûcdar kir.

Rejîma Sûriyeyê û tifaqa wê Rûsya, ji serê meha Nîsanê û vir ve operasyonên xwe yên li herêma Îdlîbê zêdetir kirine. Ev herêm di navbera Rûsya û komên çeteyan ên ku girêdayî Tirkiyeyê ne, di Îlona 2018’an de wekî ‘herêma bê şer’ hatibû diyarkirin.