Du şehîdên Reqayê li Tebqayê hatin veşartin
Du şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarê Tebqayê hatin veşartin.
Du şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarê Tebqayê hatin veşartin.
Bi dehan welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên şervanên QSD'ê Ebdulhemîd Qadir (Ebdulhemîd) û Îbrahîm Mûsa (Ebû Qeys) ên di pêngava rizgakirina Reqayê de şehîd bûn, li goristana şehîdan a Tebqayê spartin axê.
Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir. Piştre Endamê Fermandariya QSD'ê Zinar Kobanê axivî û da zanîn, ku şervanên azadiyê ji bo avakirina jiyaneke azad û rizgarkirina tevahiya axa Sûriyê bedelên giran didin. Kobanê got, ew ê li ser şopa şehîdan bin.
Di dewama merasîmê de endama Meclîsa Sivîl a Tebqayê Asya Xerbî û Hevserokê gerînendeya avê ya bajêr Zekeriya Ehmed axivîn. Qisekeran gotin ku şehîd bi xwîna xwe welat ava dikin.
Piştî axaftinan sicîlên şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan bi dirûşman spartin axê.