Du şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin

Li Tirbespiyê cenazeyê du şehîdên Berxwedana Rûmetê Şivan Alîko û Qehtan Xelîl şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bi navên Şivan Alîko û Qehtan Xalid ên di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dilşêr bi merasîmekê veşartin

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan şaxê kantona Cizîrê Rêvebera Meclîsê Welîda Botî axivî û îşaret bi soza şopandina gel ji rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê re kir.

Piştre jî li ser navê malbata şehîd Qehtan, apê şehîd Cuma Xalid axivî û got bi saya şehîdan pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAÎŞ`ê têk birin, ev jî li xweşiya Erdogan neçû, ji ber vê yekê dest bi êrîşên li ser Sûriyê kir.

Her wiha bavê şehîd Şivan Abdulbarî Alîko bang li hemû partî û hêzên siyasî yên Kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin û li dijî artêşa Tirk destekê bidine QSD`ê.

Di dawiya merasîmê de, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şehîd bi dirûşman li goristanê veşartin.