Endamê 'Însiyatîfa Sûrî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re' Ferzende Mûnzûr bal kişand ser avakirina înîsiyatîfê û got, "Ji ber nedadweriya cîhanê, her wiha komploya navneteweyî ya ku di encamê de Rêber APO li Kenyayê hate revandin, li kêlek wê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan, înîsiyatîf hate avakirin. Ji bo ku em kiryarên li hemberî Rêber APO de têne kirin ji cîhanê re vebêjin."
Mûnzûr bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî bêadalet hate dadgehkirin, her wiha heya niha tecrîdeke di asta êşkenceyên lê tê kirin û wiha dewam kir, "Rêber APO nêzî 20 salan li qada Rojava û Sûriyeyê ma. Ji ber wê dilsoziyeke mezin di navbera gelê vê herêmê û rêbertî de heye. Lewma me pêwîstî dît ku înîsiyatîfeke bi vî rengî ava bikin."
'HEMÛ PÊKHATE DI NAVA ÎNÎSIYATÎFÊ DE CIHÊ XWE DIGIRIN'
Ferzende Mûnzûr diyar kir ku hemû welatênparêzên Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê cihê xwe di nav vê înîsiyatîfê de digirin û got, "Di nav vê înîsiyatîfê de ne tenê Kurd hene, piraniya pêkhateyên li herêmê li nava înîsiyatîfê kar dikin, weke Suriyan, Asûrî, Ermen û Kurd û Ereb. Yanî em dikarin bêjin ku her kesek ku bîr û baweriya xwe bi fikir û felsefeya Rêber APO heye; cihê xwe di nav vê înîsiyatîfê de digire. Her wiha di vê demê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Sûriyeyê bi xwe her kes xwe xwedî li Rêbertî dibîne. Ji bo wê jî hemû sazî, meclîs û komînên li herêmê ji bo azadiya Rêbertî çalakiyên cûrbecûr çêdikin. Her wiha hemû kesên ku di vê înîsiyatîfê kar dikin ji bo belavkirina ramana rêbertî û şikandina tecrîdê di vê demê de kar dikin û ya herî girîng ji bo azadiya fîzkî ya Rêber APO karekî girîng dikin."
'RÊBER APO CÎHANÎ YE'
Ferzende Mûnzûr wiha dewam kir "Dema ku Rêber APO li qada Rojhilata de ma, gelek têkilî bi pêkhateyên herêmê re çêkirin. Her wiha weke têkiliyên dostane xurt kir. Li kêleka wê bi hezaran kes ji gelê Kurd Rêber APO dîtin. Lewma têkiliyeke pir xurt di navbera rêbertî û gel de heye. Di milê din de fikir û ramanê rêbertî yê biratiya gelan, jiyana hevbeş û wehkhevî hişt ku hemû pêkhateyên herêmê xurt tevlî çalakiyên azadiya Rêber APO bibin. Ev tişt di xebata van kampaniyan de xuya bûn çawa gelê herêmê bi kelecaneke mezin tevlî nav çalakiyan bûn. Her wiha gelek pêkhateyên vê herêmê nameyên hezkirinê ji Rêber APO re nivîsadin, ev tişt dide diyarkirin ku Rêber APO di dilê her kesî de bi cih bûye. Di gelek çalakiyan de tevlîbûna gelê Ereb cihê rêz û hurmetê ye. Gelê Ereb jî dibîne ku deyndarî Rêber APO ye."
Mûnzûr bal kişand ser karê ku dikin û wiha got "Hemû xebat û kampaniyên ku em dikin hem em radestî CPT'iyê dikin hem jî em teslîma Meclîsa Ewropayê dikin. Her wiha têkiliyeke me bi Neteweyên Yekbûyî re heye. Li kêleka wê me di vê mijarê re name ji Dêrên ku li Ewropayê cihê biryarê ne, şandiye û bi gelek partiyên siyasî û civaka sivîl di derheqê vê mijara azadiya fizîkî ya rêber APO gelek danûstandin tên kirin."
Endamê 'Însiyatîfa Sûrî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re' Ferzende Mûnzûr di dawiya axaftina xwe bi bîr xist ku di pêvajoyên pêşiya me de gelek kar li seranserê Rojhilata Navîn, Afrîka û Cîhanê heye û wiha got "24 sal in wê bikeve sala xwe ya 25'emîn ku Rêber APO dîl hatiye girtin. Li gorî wê di vê salê de wê çalakiyên me xurtir bibin da ku em tecrîdê bişkînin û azadiya Rêber APO misoger bikin. Li ser asta Rojhilata Navîn, Afrîkayê û Cîhanê derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê gelek kar bê kirin. Ji ber ku doza Rêber APO ji çarçovayê gelê Kurd derketiye û ketiye çarçovaya doza hemû gelan."