DKP/BOG Partîzan Amed ê li Hesekê şehîd bû bibîr anî

Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger/ Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG) Hakan Yilmaz ê bi navê kod Partîzan Amed ku di dema operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Hesekê ‘Nemir bû’ bibîr anî.

Komîteya Navendî ya DKP/BÖG’ê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di 20’ê Çile de hewl dan girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi dest bixin bi bîr xist û got, “Çeteyan ev êrîş bi destek û plansaziya rasterast a rejîma faşîst a Erdogan pêk anîn. Bi êrîşa Hesekê re çeteyan armanc kirin ku li bajarê Hesekê ku yek ji navendên girîng ên şoreşa Rojava ye, DAÎŞ’ê ji nû ve vejînin."

DKP/BÖG’ê diyar kir ku ev êrîş bi berxwedana bi biryar a QSD’ê hatiye pûçkirin û wiha got: “Hevalê Partîzan Amed (Hakan Yilmaz) ku şervanê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî ye, weke parêzvanê şoreşa enternasyonalîst di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de di parastina Hesekê de cih girt. Rêheval Partîzan ku ji 21’ê Çileyê vir ve li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hêz da operayonan, 25’ê Çile roja Sêşemê di operasyona şoreşgerî ya li dijî çeteyan de li Taxa Gûveyranê li malekê jiyana xwe ji dest da. Di dema şer de çeteyên DAÎŞ’ê ku di nemirkirina Hevrê Partîzan de rol lîstin ji aliyê hêzên azadiyê ve bi temamî hatin bêbandorkirin.”

DKP/BÖG da zanîn ku Partîzan Amed ku di sala 1991'an de li Çewligê ji dayik bûye, ji biçûkatiya xwe di malbateke welatparêz de mezin bûye û wiha got: "Rêheval Partîzan ku zarokatiya xwe li Amedê derbas kir û ji ber nêrînên xwe yên siyasî demekê di girtîgehê de ma, piştî ku ji girtîgehê derket weke hêza seferberiyê ya ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Kobanê tevlê şoreşa Rojava bû û heta ku tevlê karwanê nemiran bû li gelek eniyan Şoreşa Rojava parast.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Partiya me DKP/BÖG careke din diyar dike ku em ê xeta şerê şoreşgerî ku rêheval Partîzan weke têkoşerê azadiyê meşandî heta dawiyê bidomînin. Pêkanîna şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê berpirsyariya me ya dîrokî ye. Di vê têkoşînê de bîranînên şoreşgerên weke rêheval Partîzan wê rê nîşanî me bide.

Serkeftina şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê were wateya pêkanîna îdealên hemû rêhevalên me yên nemir, bi taybetî rêheval Partîzan. Rêheval Partîzan tu rihet birazê, çeka te li erdê nemaye.”